Hevseroka Yekitiya Kedkaran: Divê jin her cure kedxwariyê red bikin

Li Reqayê Yekitiya Kedkaran ji bo mafên karker û kedkaran bixe meriyetê xebatan dide meşandin, ji bo jinên dixebitin hewl dide yekitiyeke taybet ava bike.

YUSRA AL-EHMED

Reqa- Li kantona Reqayê, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Kedkaran ji sala 2019’an ve xebat dide meşandin, bi armanca avakirina edalet û wekheviyê, piştgiriya ji bo karker û kedkaran berdewam dike. Hevseroka Yekitiya Kedkaran a kantona Reqayê Naswa Al-Hassan der barê girîngiya yekitiyê de ji ajansa me re axivî.

‘Em ji bo mafên karkeran dixebitin’

Nashwa Al-Hassan diyar kir ku Yekitiyê weke rêxistinek banî dibîne û wiha got: “Ji bo mafên karkeran bê kêmasî werin pêkanîn, ewlehiya firsendên kar pêk were û wan li cihên kar ji her cure cihêkarî û kedxwariyê biparêzin em dixebitin.” Nashwa Al-Hassan da zanîn ku ji bo jinên dixebitin perwerdeyên hişyariyê li dar dixin û got:

“Li gorî bernameyek diyar, dem bi dem em serdana gundan dikin. Ji bo jinên dixebitin destpêkê xebatên yekitiyê û hedefên wan avakirina civakê û girîngiya rola wan di pêşketinê de û rewşên ku em binpêkirinên mafan bînin ziman em perwerdeyên hişyariyê li dar dixin. Ji derveyî vê jî em semînerên ku encamên neyînî yên ji ber zewaca di temenê biçûk de derdikevin vedibêjin.”

‘Bi fona yekitiya karkeran bi mesrefên tedawiyê em piştgiriyê didin’

Nashwa Al-Hassan destnîşan kir ku jin li gel mêran di jiyana kar de cih digrin û bi hinceta hinek urf û adetan rastî zextan tên û wiha got: “Em guh didin zehmetiyên ku jin di dema kar de ji ber urf û edatên civakê rastî wan tên.” Nashwa Al-Hassan îşaret bi wê yekê kir ku hewl didin di jiyana kar de pêwistiyên karker û kedkaran pêk bînin û got: “Li gorî qada ku li ser tê xebitîn em cilên parastinê didin. Di bedelên derman û tedawiyê de ji derveyî ji sedî 15 daxistin di qezayên kar de tedawî ji sedî 40 ku fona yekitiya kar a karkeran pêk tîne me ava kir.”

‘Bi sîstema xweser re maf tên pêkanîn’

Nashwa Al-Hassan anî ziman ku karker ji aliyê rejîma kapîtalîst ve bi saetên xebata zêde, weke baca kêm ji gelek mafan bêpar tên hiştin û wiha got: “Rol nehat naskirin lê belê îro karker, bi taybetî bi sîstema Rêveberiya Xweser ku girîngî dide jinên karker mafan pêk tîne. Peymana civakî ya mafên karkeran diparêze hat erêkirin. Bi peymanê re teşwiqî beşdariya hemû saziyên siyasî, leşkerî û sivîl dike.” Nashwa Al-Hassan bal kişand ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê rewşa karker û kedkaran de û wiha got: “Bi riya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di navbera hemû mezheb, çînên civakê de ji bo edalet û wekheviyê hikum dike. Ji bo azadiya jinan bang kir û ji bo ji holêrakirina sîstema rêveberiya otorîter ku bûye sedema avabûna çînên civakê bang kir.”

Nashwa Al-Hassan amaje bi wê yekê kir ku ji bo jinên dixebitin avakirina yekitiyek taybet heye û da zanîn ku bi vî awayî hejmarek zêde dikarin bibin endamên Yekitiya Karkeran û got: “Wê bi vî awayî, ji bo xwe, civakê xizmetê bikin. Dikarin gelek bixebitin û wê ji bo sûdê bide rola bilindkirina berhemdana di bazarên xwecihî de be.” Nashwa Al-Hassan banga beşdariya yekitiyê li jinên ku dixebitin kir û got: “Jinên ku dixebitin bi têkoşîna xwe, ji bo hemû mafên xwe û cureyên cihêkarî û kedxwariya ku li hemberî wan tê kirin, divê xwedî helwest bin û qebûl nekin.”