Bi çerm ta û morikan kel û pelên kevin vediguherîne

Îbtîsam Al-Salem a ku bi çerm, ta û morikan kel û pelên kevn vediguherîne got: “Armanca min mîrasa xwe parastin e, derbasî nifşê nû û danasîn e.”

DELAL REMEZAN 

Hesekê – Hunera destan bi hezaran salan ji bo ku mirov xwe îfade bike karek girîng e. Pîşeya ku ber bi tunebûnê ye ji aliyê jinan ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Îbtîsam Al-Salem ku li taxa El-Cezîre ya Hesekê dijî, bi çerm, ta, hirî, morik û têlên ku bi kar tîne, kel û pelên kevn vediguherîne.

‘Ez li ser çerm wêne çêdikim û dixemilînim’

Mamosteya dibistana seretayî Îbtîsam El-Salem a 44 salî diyar kir ku wê di zarokatiya xwe de fêrî vê karî bûye û li Dibistana Hunerên Bikêr a Jinan pêş xistiye. Îbtîsam El-Salem da zanîn ku ji sala 2017’an û vir ve ji bo pêdiviyên xwe bi cih bîne, ji ber rewşa aborî ya xerabtir dest bi veguherandina kel û pelên kevn kiriye û wiha got:

“Ez hewil didim bi kel û pelên mîna çerm, morik, hîrî, ta ku şûna werin avêtin vediguherînim. Bi vê armancê di malê de min dest bi li ser çerm neqiş çêkirinê kir. Gelek perçeyên çerm hebûn ku hewcedarî vegihurandinê bûn. Tiştên li malê bi çerm pêçayî nû dikim û bi xêzkirina wêneyan wan dixemilînim. Piştî ku di vî karî de bûm hoste îradeya min a xebatê zêde bûye û min dest bi fêrbûna rêbazên nû kir.”

‘Ez tiştên kevn û nû tînim cem hev’

Îbtîsam Al-Salem diyar kir ku ew bi wêneyên ku serdema fîrewnên li Misrê nîşan didin jî tabloyên xemilandî çêkiriye dike û wiha got: “Ez jî tabloyên ku bi ayetên Quranê hatine nivîsandin xêz dikim. Ez bi morikan cil û berg û çenteyê jinan dixemilînim. Ez tiştên kevn û nû tînim cem hev tiştekî nû derdixim holê. Di vê karî de armanca me mîrasa xwe biparêzin, derbasî nifşê nû bikin û bidin nasîn. Ez tevli gelek pêşangehan bûm û min berhemên xwe li Navenda Çandê ya bajarê Hesekê nîşan dan.”

Îbtîsam Al-Salem got ku ji bo karê xwe bi pêş bixe û hînî jinan bike dixwaze atolyeya xwe veke û wiha got: “Ez dixwazim eşyayên kevn veguherînim lê ji ber ku bihayê çerm û moriyan zêde ye ez nikarim bikirim.” Îbtîsam Al-Salem, ji bo jinan peyam da û got ku tevî hemû astengiyên civakî divê jin di pîşeyên ku dikarin bikin de xwe pêş bixin û di pîşeyên xwe de serwext bibin.