Ji bo koçberên kampa Waşokanî cihê nanê sêlê hat vekirin

Bi armanca piştgirya jinên koçber ên kampa Waşokanî komîteya aborî ya Kongra Star cihê lêdana nan bi navê “Tenûra Îştar” vekir.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk êrîşî bajarê Serêkaniyê kir, di encama de bi hezaran jin, zarok, ciwan kal û pîr neçarî koçberiyê bûn. Ji bo bicihkirina xelkên Serêkaniyê Rêveberiya Xweser Kampa Waşokanî ava kir. Di sala 2023’yan de bi armanca piştgiriya bi jinên koçber ên kampa Waşokanî û avakirina ruhê jiyana komînal, komîteya aborî ya  Kongra Star a bajar Hesekê cihê lêdana nan bi navê “Tenûra Îştar” vekir. Li vê derê 3 jin karê çêkirina nanê sêlê dikin, ji saet 4:00 sibehê heya 7:00 û ji seat 16:00 heya 20:00ê êvarê karê xwe bi dawî dikin.

‘Projeya Îştar ji bo hemû koçberan çavkanî ye’

Hesîna Elî yek ji jinên koçber a di Tenûra Îştar de kar dike teqez kir ku projeya Îştar çavkaniyek debarê ye ji bo jinên koçber ên kampa Waşokanî û wiha axaftina xwe domand: “Ez yek ji koçberên gundê Til Thiyab ê girêdayî bajarê Serêkaniyê me. Piştî dagirkirina gundê me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve em neçarî koçberiyê bûn me berê xwe da kampa Waşokanî. Di kampê de gelek jin hene pêdiviyên wan bi kar heye da ku debara xwe bikin. Bi rastî ev proje ne tenê ji bo çavkaniya debarê ye, ji hemû koçberan re çavkanî ye. Ji ber ku pêwistiya koçberan bi nan heye, nanê ku em difiroşin jî li gorî derfetên koçberan e lewma her kes berê xwe dide tenûrê. Di heyvekê de komîteya aborî ya Kongra Star 20 kîs pêşkêş dike û em li gorî wê karê xwe didin meşandin.”

‘Bi ruhekî hevpar em dixebitin’

Hesîna Elî wiha axaftina xwe domand: “Em di vê projeyê de 3 jin karê çêkirina nanê sêlê dikin, bi rastî bi hezkirin û ruhekî hevpar em karê xwe dikin. Bi taybetî jî nanê sêlê yek ji kevneşopiyên çandî yên civakê  ye, di nava her pêkhateyan de tê hezkirin û bi xwarinên gelerî tê xwarin. Lewma em bi hezkirin nanê sêlê çêdikin û derfet çêbibe em ê projeya xwe mezin bikin û nanê tenûrê jî çêkin. Di karê me de zehmetiya ku em dikşînin ew e di germahiyê de em li ber agir nan lêdixin. Em dixwazin cihê me berfireh bibe da ku bikaribin karê xwe bi rehetî bidin meşandin.”

‘Em piştgirî didin hemû jinên karmend’

Hesîna bal kişand li ser navê Îştar û wiha got: “Îştar xwedawendek e jiyanê afrandiye. Ji bo ku ew xwedawend cihekî girîng di dilê me de digre me navê wê li kir. Eger em vegerin dîrokê, em ê bibînin ku jinan çandinî bi pêş xistine, nan çêkirine û civakê birêve birine. Di nava civakê de kar ji bo jinan şerm tê dîtin. Lê piştî Şoreşa Rojava guhertinên girîng çêbûn û jin di her qadî de cih digrin û dîroka xwe zindî dikin. Ez piştgirî didim hemû jinên ku kar dikin û debara xwe dikin. Em spasiya komîteya aborî ya Kongra Star dikin ku bi xebatên bi vî rengî piştgiriyê didin koçberan.”

Projeya Îştar yek ji projeyên piştgiriya jinan e ku ji aliyê komîteya Aborî a Kongra Star hatiye çêkirin. Hemû koçberên kampa Waşokanî jê sûd digrin.