4 hezar darên fêkî sala bê dê bibe kooperatîf

Kooperatîfa girêdayî Projeya Jiyan a Aboriya Jin a Dêrikê ku li gundê Melezermê ye 4 hezar darên fêkî hatin çandin. Projeya ku 2 sal in xebat li ser tê kirin dê sala bê bibe kooperatîf.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Dêrik – Li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digel ku ji bo pêşxistina aboriya komînal jin bi kooperatîfan tên gel hevdû, projeyên jinan ên ji bo avakirina kooperatîfên nû jî berdewam dike. Bi Projeya Jiyan a nêzî 2 sal in xebat li ser tê kirin û Aboriya Jin pê radibe, 4 hezar darên fêkî dê sala bê bibe kooperatîf.

Di Projeya Jiyan de li 13 hektar erd 4 hezar darên fêkî hatine çandin. Di projeyê de hezar û 500 darên mêwê 2 sal in hatiye çandin wê sala bê êdî fêkî bide, 350 darên hêjîran, hezar û 700 darên zeytûnê, 350 darên mengê hatine çandin. Di projeyê de niha piraniya wan jin 10 kes kar dike. Piştî salekê ku dar êdî fêkî bide wê proje veguhere kooperatîfê û li ser jinên ku dê di kooperatîfê de cih bigirin bê parvekirin. 

Dê proje sala bê veguhere kooperatîfê

Endama Aboriya Jin a Dêrikê Hemîda Şawîş derbarê Projeya Jiyan de axivî. Hemîda Şawîş anî ziman ku nêzî du sal in li ser projeyê kar tê kirin û got: “Niha ji bo projeyê erd hatiye cotkirin û 4 hezar dar lê hatiye çandin. Darên mêwê, hêjîrê, menge û zeytûnan di baxçeyê de hene. Armanca me ji vê yekê ne ew e ku tenê em proje çêbikin, armanc di warê aborî de pêşxistina jinan e. Niha hê jî salek jê re maye ku dar êdî fêkî bidin. Dema ku dar fêkî girtin wê proje veguhere kooperatîfê.”

Hemîda Şawîş wiha domand: “Bêhtirî xwe jin niha karker li baxçeyê kar dikin. Pêdiviyên rojane û meyzekirina daran pêk tînin. Ev proje girêdayî Aboriya Jin a Dêrikê dimeşe. Gelek kooperatîfên cûda jî li Dêrikê hene. Lê bi taybetî me pêdivî pê dît ku projeyek bi vê rengê dêynin û piştî proje biser ket êdî veguherînin kooperatîfa jinan.”

Wê darên fêkiyan li ser malbatan bê parvekirin

Hemîda Şawîş anî ziman ku piştî proje veguherî kooperatîfê wê darên fêkiyan li ser malbatan bê parvekirin û wiha got: “Ew malbat wê di kooperatîfê de kar bikin û berhemên tê girtin wê bibe ya wê malbatê. Ango malbatê ku di kooperatîfê de cih digire wê bi qasî darên ku jê re hatine veqetandin bikaribe fêkiyên wê bifiroşe û debara xwe pê bike. Heya niha Aboriya Jin bi pêdiviyên baxçeyê radibû. Lê dema ku bibe kooperatîf êdî wê malbat bi xwe li ser kar bikin.”

Bi karê komînal, aboriya komînal

Hemîda Şawîş a got “Ji bilî bidestxistina aboriya xweser ji hêla jinan ve û avakirina aboriya komînal, jin bi riya kooperatîfan hevdû nas dikin” bi berdewamî wiha got: “Dema jin bi vê karê digihin hevdû karê komînal dimeşînin. Çi pêdiviyên kooperatîfê hebe bi hev re dimeşînin. Heya şoreş çêbû jin pir zêde kar nedikir. Niha bi xebatên aboriya xweser jin tên di kar û xebatan de cihê xwe digirin ji malên xwe derdikevin û beşdarî karê komînal dibin. Weke Aboriya Jin mehane em civîn bi jinan re çêdikin, bi komînan re tên gel hevdû. Niha gelek kooperatîfên me hene ku êdî ew bi xwe karê xwe dimeşînin. Ji bo vê kooperatîfê jî em difikirin ku 25-30 jin werin di kooperatîfê de cihê xwe bigirin û ew bi xwe xwe birê ve bibin.”

‘Divê jin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe’

Hemîda Şawîş bal kişand ji bo jinan girîngiya aboriya serbixwe û vê peyamê da jinan: “Divê jin aboriya xwe ji malbatê re ango ji mêr re nehêle. Divê jin bi xwe kar bike û bi encamê karê xwe jî aboriya xwe ya xweser bidest bixe. Armanca me ya bingehîn bi xebatên kooperatîfan ev e. Car din em bang li jinan dikin di xebatên aboriya komînal de, di kooperatîfan de cih bigirin. Kengê jin bixwazibin werin em amade ne ku ji bo wan kooperatîfên nû jî ava bikin.”

‘Em dixwazin ev bexçeya me dewlemend be’

Ji jinên ku di projeyê de kar dikin Ehed Ehmed Fendî jî wiha got: “Em malbat li vê derê jiyan dikin. Hevserê min parastina vî bexçeyê dike û ez jî van daran av didim, li ber wan dikolim. Pêdiviyên beçxeyê bi çi hebe em wê dikin. Em ji seat 7 seharê heya seat 11 kar dikin, piştî navbera nîvroyê carek din vedigerin ser karê xwe. Em dixwazin her sal di vê bexçeyê de kar bikin. Ji ber me tê de ked daye em weke mala xwe dibînin û bexçeyê me yê herî baş e.”

‘Dar bê ked berhemê nadin’

Rîm Xelîf Salim a ji Reqayê ye di Projeya Jiyan de kar dike. Rîm Xelîf Salim jî li ser keda ku li baxçeyê didin wiha got: “Em li vir kar dikin, bexçeyê ji gihayên nebaş paqij dikin û li dora daran dikolin. Kar zehmet e lê bê kar jî nabe. Dar bê ked berhem nadin. Lewra em jî dixwazin ev bexçeya me baş û dewlemend be.”