Bi projeya xwe piştgiriyê dide jinan

Ezîze Etba bi projeya xwe ya bi dîzayna cil û berg û hunera destan vekir, piştgiriyê dide jinên ku bi tundiyê re rû bi rû tên.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Gelek jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê hene ku li hember zehmetiyên pê re rû bi rû dimînin derdikevin, xwe îspat dikin û di kar de rola xwe dilîzin. Ezîze Etba bi vekirina projeya xwe ya bi dîzayna cil û berg û hunera destan, armanc dike ku baweriya jin û keçên ku rastî tundiyê tên zêde bike bi rêya perwerdehiyê û aboriya wan pêş bixe.

Ezîze Etba ya 40 salî ku ji gundewarên Helebê ye, piştî ku ji piştgiriya manewî û aborî ya rêxistin û kesayetên femînîst li Kantona Reqayê sûd wergirt, biryar da ku projeya xwe bi dîzaynkirina cil û karê destan veke.

Ezîze Etba wiha got: “Hezkirina min ji hunera femînîst û dîzayna cil û bergan hişt ku ez di vî warî de bixwînim û xeyalên xwe pêk bînim. Lê ez zewicîm û min berdewam nekir. Bi ser de jî rewşa bajarê min ne baş bû. Ji ber vê yekê ez neçar mam bi malbata xwe re biçim Hemayê, li wir min çend salan mamostetiya hunera femînîst kir.”

Beşdarî mihrican û pêşangehan bû

Ezîze Etba di dewama xwe de qala destpêkirina karê xwe kir û got: “Gava yekem ku min avêt organîzekirina pêşangeheke taybet bi hunera femînîst bû, ji ber ku bi saya dîzayn û karên ku di pêşangeha navdewletî ya Şamê de hatin pêşkêşkirin, min bi gelek pisporî di dîzaynkirina rismên cuda de nas kir. Vê yekê hişt ku ez ji malê dest pê bikim. Ez pir caran berê xwe didim înternetê da ku hin dîzaynan temam bikim û ji fikrek gelek nimûneyan derxim. Ji ber vê yekê min xwest ku projeya xwe ya taybet bi destan biafirînim.”

Ezîze Etba qala rêveçûna karê xwe kir û wiha got: “Destpêkê ez dîzayn dikim, piştre xêz dikim, paşê hunerî dikim, cil û bergên taybet ji bo şahiyan çêdikim, bi riya gulên bi destan hatine çêkirin ez morîk û lûlû li wan zêde dikim û dixemilînim. Gelek xemlên ku ez bi destan çêdikim hene, wek bazin, girêkên por, perdeya bûkan û tacên bûkaniyê, di şahî û dawetan de tên bikaranîn, herwiha gurzên gulên pilastîk jî çêdikim.”

Ezîze Etba teqez kir ku ew beşdarî mîhrîcan û pêşangehan bûye û got: “Min di pêşangeha Şamê ya navneteweyî de xelata destkeftiyek girîng wergirt û ji ber ez mamosteya hunerên femînîst a kesên xwedî pêdiviyên taybet im jî min ew bawernameya navneteweyî stand.”

Dixwaze piştgiriyê bide jinan

Ezîze Etba armanca xwe ya bi projeya xwe wiha rave kir: “Ji ber ku ez jineke xwedî rola dê û bavê me û ji ber hestên ku ez li hember jinan hîs dikim, hewl didim ku herî zêde keç û jinan ber bi xwe ve bînim ku bi taybet ên rastî tundiyê tên. Her wiha ez girîngiyeke mezin didim jinên ku di van demên dawî de ji Kapma Holê derketin. Ji ber ku piştgirên wan tune bûn, lewra ev kar hişt ku ez tevî hemû zehmetiyên li pêşiya min serxwebûna aborî bi dest bixim.”

Ezîze Etba bal kişand ser eleqeya mezin a rêxistin û tevgerên jinan ji bo piştgirîkirina jinên herêmê û wiha got: “Jin di civakê de roleke girîng dilîzin, teşwîqkirin û piştgiriya aborî tê kirin, gelek derfetên kar ji bo jinan hene. Ev rewş herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê cuda dike, ji ber ku berovajî hin deverên din ên Suriyê, giringî bi jinan nayê dayîn û rola wan ne girîng e, ji ber ku ez ji bajarê Hemayê me, rastî gelek zehmetiyan hatim, di nav wan de zêdebûna biha û zehmetiyên peydakirina kar. Ji ber vê yekê min biryar da ez berê xwe bidim bajarê Reqayê û li vir pirojeya xwe vekim.”

‘Piştgirê xwe bin’

Ezîze Etba di heman demê de bal kişand ser eleqe û piştgiriya mezin a ku ji bo projeya wê hat û wiha got: “Projeya min hîn nû bû, min gelek piştgirîya madî û manewî ji kesên ku piştgiriya jêhatiyên jinan dikin wergirt û ez hatim vexwendin ku ez perwerdehiya rewşenbîrî û atolyeyên jinan bidim.”

Ezîze Etba got ku ew hewl dide karê xwe li herêmê berfirehtir bike û bişîne herêm û dewletên din jî, ev jî dihêle aboriya herêmê baştir bibe. Ezîze Etba di dawiya axaftina xwe de nameyek ji hemû jinan re şand ku xwe bispêrin xwe û piştgirê xwe yê yekemîn bin.