Têkoşîna jinên li Çiyayê Kizwanan
Jinên Çiyayên Kizwanan ji ber debara xwe ya ji çavkaniyên xwezayî û çandiniyê, li erdeke ku salê 12 meh û 365 rojan qet nacemide, ji ewlekariya xwarinê berpirsyar in û dostaniya bi xweza û jîngehê re kûr kirine.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Jin di pêşketina gundan û civakên herêmî de roleke sereke dilîzin. Bi riya karsazî, çandinî, perwerdehî û tenduristiyê domdariya aborî û civakî dikin. Bihêzkirina jinan a ji bo baştirkirina standardên jiyanê, zêdekirina ewlehiya xwarinê û destekdayîna pêşveçûna domdar girîng e. Jin aktorên sereke yên vê jiyanê ne ku pê re hevsengî çêdibe û civakeke ku ji hev hez dike, hev digre û civakeke bihêv dihizirin ava dibe. Tenê ji bo xwe kar nakin.
Jin di parastina jîngehê de rolek sereke dilîzin
Jina gundî, jina karker a li gundan dijî, piraniya jinên gundewarî, ji bo debara xwe, bi çavkaniyên xwezayî û çandiniyê ve girêdayî ne. Ev jin, pireyek ji xwarinên berdest hildiberînin. Bi vê yekê re jin dibin berpirsên sereke yên ewlehiya xwarinê. Mîsogerkirina gihandina jinên gundî, ji çavkaniyên hilberîna çandiniyê re dibe alîkar ku li seranserî welêt birçîbûn û xizaniyê kêm bike. Lewra jin bi beşdarbûna xwe ya di qadên wekî çandiniya domdar û rêveberiya avê de, di parastina jîngehê û parastina çavkaniyên xwezayî de rolek girîng dilîzin. Ne şev û ne jî rojê dizanin, ne havîn û ne jî zivistan ji bo wan heye, ji ber ku jin bê navber dixebitin, diwestin û karê ku dikin, wekî karên bê pere û wekî kar nayê hesibandin. Îro ji bo ku em ronahiyê bavên ser tevgera jinên gundê Cefer a girêdayî Çiyayê Kizwanan, me berê xwe da wir.
Li çiyayê Kizwanan baran baş nebariya
Jinên gund di vê rojê de bê navber dixebitin. Îsal li gorî jinan saleke zûha bû. Ne baran baş bariya û ne jî ax şîn bû. Ji ber nebarîna baranê pez birçî mane û baş berhem nadin. Wekî salên berê penêr û mast ku ji berhemên şîr in, nayên çêkirin û firotan. Ji lewra îsal beranberkirin guherî, berê xelkên bajarên ji Kantona Cizîrê ji bo koçeriyê berê xwe didan Çiyayê Kizwanan. Lê îsal rewş guherî, piraniya şivan û xelkên ku bi pez debara xwe dikin, ber bi bajarên sînorî yên Cizîrê ve herikîn. Ji ber ku li wir, baran ji çiyayê Kizwanan hinek baştir bariyabû. Îsal yekem sal e ku xelkên çiyayê Kizwanan li seranserî bajarên sînorî yên Cizîrê koçeriyê dikin.
Rêheval û dosta ax û jîngehê
Ava binerd û kaniyên çiyayê Kizwanan êdî ji ber guherîna avhewayê li giştiyê cîhanê ku germahî zêde dibe û serma kêm dibe, miçiqîn. Xelk neçarî kolandina bîrên deryayî bûne ku avên wê jî li hinek deveran şêrîn û hinek deverên din jî şor e. Jin neçar dimînin ji bo çûyîn û hatinê li keran siwar bibin. Erda çiyayê Kizwanan û gundewarên wê kevirî ye û malên ku hatine çêkirin, piraniya wê bi kevirên çiya ne. Tevî ku derfetên jiyanê zor in jî, di nav ewqas tengasiyan de jin hêviyan bi reşandina her tovekî pembo an jî genim re diçînin, hezkirin û girêdana bi axê re mezintir dikin û ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin. Hezkirina ji axê re ne hêsan e û her kes nikare wiha bike. Ya ku baş axê fêm dike û ji bo wê têdikoşe, jin e.
Rêhevala axê ya rast û dirust, jina karker û şervana ku ji bo wê xwîna xwe dide. Jinan bi vê rêhevaltiyê re dostaniyeke bê berjewendî bi axê re ava kirine ku ev dibe dostaniyeke stratejîk û têkiliyek kûr, her çiqas êrîş li ser hebin jî rêhevaltî hîn xurtir dikin. Avhewayê paqij dihêlin û dibin sedem ku nexweşî kêm bibin û tenduristiya mirovan a derûnî baştir bibe.
Neteweyên Yekbûyî 15'ê Cotmeha 2007’an de, li cîhanê “Roja Navneteweyî ya Jinên Gundî” îlan kiriye.
Bihar demsala çandiniyê ye
Necah Ehmed jina 30 salî ya ji gundê Cefer e. Necaha ku bi şev û roj dixebite, wiha behsa demsala biharê û karê wan dike: “Niha me dest bi hilberandina sîr, çinîna pîvazan û çandina pembo kiriye. Di heman demê de jî me dest bi çandina sebzeyan kiriye. Demsala biharê demsala çandiniyê ye. Niha çandinî baş birê ve diçe, lê eger kurmê ku şînkayiyê dixwe derkeve, îşê me xirab dibe. Ji ber kurm derkeve, wê şitla sebzeyan ji binî ve bixwe, mîna bacanê sor, bacanê reş û îsotan.”
Ji bo ava şêrîn bînin zêdetirî 15 km bi kerê re dimeşin
Necah Ehmed da zanîn ku ew pirsgirêka avê dijîn û alternatîfa ku peyda kirine û zirarê nade avhewayê, bi van gotinan vegot: “Ji ber ku pirsgirêka avê heye, em li gund bi keran bi dehan kîlometre dimeşin heta dighên kaniyê. Avê jê tînin û careke din vedigerin gund, da ku em vexwin û avdaniyê bikin. Jin di bin germê û sermê de bi depoyên ku li keran kirine, ber bi kaniyê ve dimeşin. Çiyayê Kizwanan dibe xeleka di navbera duh û îro de.”
Xewna ku sînorên gund û axê derbas nekiriye!
Necah a ku rûgirtî û bi kumekî ku xwe ji germê diparêze, lepikên mor yên di destê wê de ku ji qelişînê diparêze, ji xwendinê para xwe nestendiye. Necah hesreta xwendinê bi van gotinan tîne ziman: “Min dibistan nexwendiye, ez ji gava ku min xwe nas kiriye heta niha bi çandiniyê re mijûl dibim. Dibistan nebûn û piştre jî ji ber paşverûtiyê nehiştin ku keç bixwînin. Xewnên min tunene, xewna min ew e ku ez her bi çandiniyê re mijûl bibim.”
Salek û 12 û 365 roj ax her tim germ e
Necah Ehmed a ku rûniştin bi destê wê nakeve, pêvajoyên çandiniyê û rêzkirina wan bi van gotinan anî ziman: “Em ê di van mehan de hemû erdên xwe biçînin. Piştî çandina sebzeyan, ez ê vegerim û pembo rikaş bikim. Piştre emê dest bi koçeriyê bikin. Ji ber ku îsal baran tunebû û pez birçî ye. Salek û 12 meh û 365 roj em di nav axê de çandiniyê dikin. Em zivistanê diçin çiya tepik û qirşikan kom dikin da ku em di çêkirina xwarin û nanê tenûrê de bikar bînin. Niha jî ez peqlikan hişk dikim, da ku sala were ez tovên wê biçînim, baştir e ku bikirim. Peqlikên ku min çandibûn, min hem ji bo xwarinê hem jî ji bo tovan hişk kir.”
Beşek ji malbata Necah li koçeriyê ye û pez diçêrîne, beşa din jî li mal çandiniyê dike. Wiha hevsengiyê dixin navbera çiya û malê.
Li aliyekî din jî jin û malbatên xwe, li çolê axê çêdikin û kelpîçan di bin pileyên germahiya zêde de, dibirin. Heman wextê jî di bin siya daran de, hiriya pez dibirin. Jin bi qasî girgêrîkan û zêdetir kar dikin da ku xwarina xwe ya zivistanê mîsoger bikin, avhewayê paqij bihêlin û jîngeheke paqij û tendurist ava bikin. Li aliyê din jî jin ji çolê qirşikan jî didin hev.
Di ferhenga jiyana jinan de xwe radestkirin tuneye, wek destikên saetê ne, dest ji xebatê bernadin.