Jin xeleka bingehîn a pêşketina domdar e
Pispora pevragihandina hawirdorê û aktîvîsta civaka sivîl a Tûnisî Radhîa El-Wahîshî, destnîşan dike ku sêgoşeya hawirdorê, ji dibistan, zarok û dayîkê pêk tê. Radhîa diyar dike ku destekkirina jinê, ji bo pêşketina domdar hîmek e.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ
Tûnis – Li welatên Rojhilata Navîn mijara hawirdorê ev demeke dirêj e tê piştguhkirin. Li Tûnisê jî bi guhertinên di nav 15 salên dawî de çêdibin re, girîngiya ji bo hawirdorê kêm bûye. Di vê qadê de ji bilî hinek saziyên civaka sivîl û înîsiyatîfên serbixwe, xebatek cidî tuneye.
Seroka Tora Zarokên Axê Radhîa El-Wahîshî wiha dibêje: “Zarok pêşeroj e. Pêşketina domdar; dixwaze ku bi rewşên aborî, civakî û hawirdorî, ji nişên pêş me re xizmetê bike. Lewma komeleya me ji dibistanan derket holê.”
Radhîa, dide zanîn ku komeleya wan ne tenê şahiyek e, her wiha hewldanek ji bo avakirina pêşerojê ye jî. Radhîa her wiha diyar dike ku bi gelek rêxistinan re hevkarî dikin û li dibistanan gelek çalakiyan lidar dixin. Radhîa tîne ziman ku guherîna avhewayê mijarek heta tu bêjî girîng e, ev ne tenê têkildaî hawirdorê ye, têkildarî aborî û dîplomasiyê ye jî. Radhîa diyar dike ku teşebusên herêmî nebin çareserî jî, her yek derfetek in û ji bo pirtûkên dersan ji aliyê zarokan ve bên famkirin, têdikoşin.
“Rola jinê di parastina hawirdorê de mezin e”
Komele, di qada hawirdorê de bi laboratûara “Labes” a ku li ser bikaranîna teknolojiyên hemdem dike re, hevkariyê dike. Toreke ku ji 9 projeyên mezin pêk tê, ava kirine. Li gor Radhîa hişmendiya hawirdorê pêvajoyek sê beş e; dibistan, zarok û dayîk. Dibêje ku “Em ne dibêjin ev bermalî ye, ne jî ev xebatkar e, hemû dayîkan tevlî vê pêvajoyê dikin. Jin di veguherîna ekolojîk de, di parastina çavkaniyên avê, perwerda bi tendurist, ragihandina agahiyan û sadekirinê de roleke pir girîng dilîze.”
Radhîa tîne ziman ku her çiqas proje têkildarî zarokan bin jî, her tim destekê didin jinê jî û wiha didomîne: “Jin di hemû qadên jiyanê de esîl e û gelek berpirsyariyan digre ser xwe. Jin destek bigre, terka axa xwe nake. Destekkirina jinê, tê wateya destekkirina tevahiya pergala pêşketinê.”
“Têkoşîna jinên gundewar a bêdawî”
Radhîa bi bîr dixe ku li herêmên gundewar jin xwedî axê ye û vê yekê di çarçoveya çandiniya malbatê de dinirxîne. Radhîa diyar dike ku ger berê van jinan bidin hilberandina xwezayî û biyolojîk a xwarinan, ewê bikaribin tenduristiya zarokên xwe biparêzin. Radhîa jina gundewar wek ‘mucahîd’ binav dike û wiha dibêje: “Me di serdanên xwe yên li qadê de vê yekê rasterast dît. Hinek caran ez bi girî vegeriyam malê, lê sebir û hêza van jinan îlham da min. Gava ku min bişirîna jinên av li ser pişta wan bû, yên ku êzingan kom dikirin û yên ku li zarokên xwe dinhêrtin didît, min derdên xwe biçûk dît.” Radhîa radigihîne ku di çarçoveya projeya Rowabî El-Amal de kantînek dibistanê ava kirine û dayîk bi zarokên xwe re li dibistanê tevlî çandina sebzeyan dibin. Radhîa dibêje ku “Yên ku axê diparêzin, çandiniya malbatê didomînin û hezkirina hawirdorê dikin nav dilê zarokan, dayîk in.”
Projeyên aborî yên ji bo jinan
Radhîa, jinên li bajarê Cendube mînak nîşan dide û diyar dike ku çandiniya malbatê didomînin. Her wiha radighîne ku ji jinên li herêmên Fasê yên gundewar re, di mijara razemeniya bi hilberînên aydê herêmê de dibin alîkar. Diyar dike ku di encama tevkariya bi dildarî ya jinan de, bi Bernameya Xwarina Dînyayê re hevkarî kirine û kooperatîfek jinan ava kirine.
Jin di qadên cur bi cur ên wekî teknîkên dawerivandinê de hatine perwerdekirin. Heta, eraziyek çandiniyê ya li herêmê ku aydê jinek bûye, bi vê armancê bikar anîne û bi firotina van hilberînan a ji bo dibistanan, tevkarî dane xwedîkirina zarokan. Dibêje ku “Bi vî awayî sêgoşeya hawirdorî ya ji dibistan, zarok û dayîkê pêk tê, hat temamkirin.”
Radhîa radighîne ku li herêma Ghazala ya girêdayî bajarê Bîzerte ye, xwendekaran bi tovên herêmî fasûlî û beqle çandine, komeleyê ev hilberîn firotine, beramberî wan amûrên paqijiyê dane dibistanê. Radhîa wan kêliyan bi van gotinan tîne ziman: “Zarok gelek kêfxweş bûn. Ji bo dibistanên xwe yên ku jê hez dikin, tiştek kirin. Li dibistanan, qadên fireh ên çandiniyê hene; li van deran bi rêya çandina şitlên zeytûnan, dikarin hezkirina çandiniyê bikin nav dilê zarokan. Hinek xwendekar di şertên dijwar de perwerde dibînin. Rojane çend kîlometre dimeşin, rastî berazan tên. Lê dîsa jî ev zarok jî dev ji xwesteka fêrbûnê bernadin.”
Çavkaniya pirsgirêkên hawirdorî: nezanî
Radhîa destnîşan dike ku li Tûnisê rewşa hawirdorî gelek xirab e û dibêje ku pirsgirêka herî mezin, çanda avêtina çopan a derve ye. Radhîa di vê mijarê de wiha dibêje: “Qotikên çixareyan davêjin kuçeyan, tewar davêjin nav malê jî. Tûnisê wextekî di mijara hawirdorê de gavên pêşeng avêtibû. Lê ji ber krîzên siyasî ajal mirin, daristan şewitîn, av qirêjî bûn û gelek herêm bûn sergo.” Tîne ziman ku dibistan tijî zexta dersên taybet bûye, dema zarokan ji bo çalakiyan namîne, bername ji salên 1990’î heta niha qet neguheriye û razemeniyên heyî yên hawirdorê nayê nirxandin. Dibêje ku “Meseleya hawirdorê tenê karê wezaretek nîne. Pêwîst e ku di her wezaretek de beşek di vê mijarê de bê erkdarkirin.” Diyar dike ku pêwîst e heta ku plansaziya hawirdorî neyê çêkirin, dibistan jî neyê avakirin û van pirsan dike: “Dibistan nêzî robaran e? Rîska şemitîna axê heye? Dikarin banan ji bo enerjiya tavê bikar bînin? Depoyên ava baranê yên li malên kevin çima nayên bikaranîn? Şirketa fosfat qet nebe nikare ji bo dibistanan enerjiya tavê ava bike?”
‘Hawirdor, bi pêhesînê tê parastin’
Tîne ziman ku mîrasa xwezaya Tûnisê hêja ye û pêwîst e ji bo wê razemeniyên aqilane bên kirin. Radhîa dibêje ku “Pêwîst e ku bi majel yanê ava baranê ya kom bûye û baxçeyên malbatan, avabûnên kevneşopî bên nirxandin. Divê her roj binpêkirinên hawirdorê yên li herêmên cuda bên parvekirin da ku rayedar bikaribin hesab bidin û neçar bimînin ku çareseriyê bibînin.”
Radhîa diyar dike ku dibistan ji bo pevragihandina hawirdorî hîmek e û zarok bi rihê dildariyê dikarin hişmendiya hawirdorê qezenc bikin. Radhîa dawiyê jî balê dikşîne ser van xalan: “Pêwîst e ku zarok bên teşwîqkirin. Dikarin xelat û belgeyên serketinê bidin wan. Tewar dikarin fatoreyên avê yên ku ji hawirdorê re bihîstyar in, kêm bikin. Ji derxistina yasayan wêdetir em sîstema teşwîqkirinê ava bikin, em dikarin encam bigirin. Civaka sivîl gelek hewl dide lê mixabin li Tûnisê avabûna heyî ya siyasî, van hewldanan têra xwepîroz nake, destek nade wan.”