Jinên Xezayî di konên koçberan de jiyanê ava dikin
Li Xezayê jinên koçber li derdora konên xwe kulîlk û sebzeyan diçînin, her wekî ji şer re dibêjin tu nikarî bi me, jiyanê ji nû ve ava dikin.

RAFÎF ÎSLÎM
Xeza- Jinên li kampek Rojavayê bajarê Xezayê dijîn, li dora konên xwe hinek caran bi têlên hesin girover dikin û hinek caran jî şînkatiyên cûda di sîtilan de diçînin. Derdora wê bi keviran digirin û hewl didin konên xwe xweşik bikin. Ev hewldan, nîşaneyek daxwaza qezenckirina ji nû ve xweşiya malên wan ên ji ber êrîşan hilweşiyayî ye.
Rahîfe Şahîn a koçber, diyar kir ku fikrê sererastkirina konan û bedewkirina wan, çavkaniya xwe ji cihê ku kon lê ne digre. Rahîfe got ku konê wê yê li kêleka kampê cîh digre û qadek vala lê heye û wiha got: “Bi fikrê ku vegerînim qadeke mirov lê rûne û sohbet bike, min ev der sererast kir. Ez vê yekê mîna rêbazek destkedayîna derûnî dibînim.”
Jin gelek ji şînkatiyê hez dikin
Rahîfe Şahîn ku gelek ji rengê kesk hez dike, tevî ku kona wê li ser daîreyek apartmanê hatiye avakirin jî, hewl daye erda çîmento ye, rengîn bike. Bi vê armancê, gelek qutî aniye û di nav de rihan, nane û şitlên nebatan çandiye. Rahîfe Şahîn anî ziman ku bi navê ku li Zîvala Xezayê parastina mîrateya hawirdorê bike, melzeme û amûrên di destê xwe de cardin vediguherîne û hewl dide bikar bîne. Qûtiyên ku ji mala xwe ya hilweşiya derxistiye û tiştên din jî paqij dike û cardin bikar tîne û yan jî tê de nebatan diçîne. Şitlên ku di rê de dibîne kom dike û li derdora konê diçîne û bi awayek rêk û pêk av dide, hewl dide mezin bike.
Kona xwe vegerandiye malek taybet
Rahîfe Şahîn destnîşan kir ku hindirê konê jî wek ji derve bi rêk û pêk e. Di hindir de metbax, odeya razanê û beşek aydê keça xwe ya biçûk veqetandiye. Maseyên dibîstanê yên ku zirar dîtine, veguherandiye ranzayê û bi saya wê konê ji bo xwe veguherandiye malek taybet. Ev tekûzkirinek wisaye ku ji atmosfera mirin û şer dûr bikeve û enerjiya pozîtîf bide û dibe alîkar ku xwe li ber êrîşên dijwar ên çêdibin bigre.
Rahîfe Şahîn wiha got: “Hemû kesên ku serdana kona min dikin, vê derê wek ‘şelale’ binav dikin. Ev cihê ku kêm jî be ji qada mirin û hilweşînê dûr dixwe, bi çîrokên ku xweşiyê vedibêje û ken jiyanî dibe. Zivîstanê avakirina konê ya bi feyansan, gelek zore.”
Rahîfe Şahîn bal kişand ser tengasiyên ku kişandine û bang li jinên Filistînê kir, wiha got: “Nehêlin ku jiyana konê bandorê li awayê jiyana we bike. Rêk û pêkiya li mala xwe, li vir jî bidomînin.
‘Jinên Filistînî bi axê ve gelek girêdayî ne’
Jinek din a koçber Naîme Suhveyl e. Naîme jî diyar kir ku ji ber hemû jinên Filistînê bi axê ve girêdayî ne, gelek ji çandiniyê hez dikin. Naîme ji dîtina axa vala bêzar bûye, piştî ku koçber bûye li qada ku lê axa berhemdar dîtiye, dest bi çandina bacan, îsot, nane û rihanê kiriye. Bi vê sayê di vê dema ku nirxê sebzeyan biha ne de, di rojên pêş de hêvî dike têra wê bike.
‘Tevî hemû zoriyan em nebatên xwe av didin’
Naîme Suhveyl anî ziman ku dema li bajêr av hatiye qutkirin, di hêla avdana berheman de tengasî kişandiye û wiha got: “Lê belê piştî ku min qalibên klor nagirin dît û nava wê paqij kir, bi wê nebatên xwe av didim. Bi vê rêbazê, di şûna ku av vala here de min vegerandiye ava paqij. Niha bi awayek bi sûd bikar tînim û bêyî ku zirarê bide nebatan, av didim.”
‘Jinên Filistînê gelek ji paqijî û şînkatiyê hez dikin’
Naîme Suhveyl anî ziman ku kirîna tovê şitlan û gubreyê ji bo wê dibe barek giran ê madî. Naîme destnîşan kir ku dîsa jî dema dibîne ku nebatên wê roj mezintir dibin, hemû pirsgirêkên wê sivîk dibin. Naîme wiha got: “Jinên Filistînî, gelek ji xweşikî, paqijî û rêk û pêkiyê hez dikin. Li konek bin yan jî di kampek de bin jî, bi derfetên di destê xwe de hewl didin nîşan bidin.”