Derûnnasa Cezayîrî: Malbat ne cihê tundiyê yan jî serdestiya li ser jinan e
Derûnnas Nahla Fartas destnîşan kir ku kuştina mêrek, ji jin û zarokên xwe rewşek psîkolojîk a tevlihev wêdetir e û got: "Malbat ne cîhê tundî û serdestiya li ser jinan e. Pêşîlêgirtin jî bi hişyarî û piştgiriyê destpê dike."

RABÎA XERÎS
Cezayîr- Çend roj beriya niha bajarê El-Belîda yê li paytexta Cezayîrê, bi kuştineke trajîk hejiya. Piştî belavbûna nûçeya ku rêvebera lîseyekê û keça wê ya 8 salî di mala xwe de qetilkirî hatine dîtin, lêpirsînên destpêkê eşkare kirin ku piştî nakokiyeke malbatî di navbera wan de, mêrê wê yê berê gumanbarê sereke bû. Her wiha di destpêka Nîsanê de jî parêzgeha El-Misîlê şahidiya sûcekî din ên trisnak kir. Jinek ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin. Encamên lêkolînan û rapora dadwerî hê zelal nebûne.
Li gor bîlançoya koma Femînîst a Cezayîrê ji destpêka sala 2025'an û vir ve 18 bûyerên qetilkirina jinan hatine tomarkirin. Di salên 2019, 2020 û 2021’an de 74, 56 û 57 bûyerên qetilkirina jinan hatine tomarkirin. Di sala 2022'an de 41, sala 2023'an 39 û sala 2024'an de 48 bûyer hatine tomarkirin. Li gor hûrgiliyên rojane yên ku ji hêla komê ve tên peydakirin, piraniya sûcdaran ji hêla mexdûran ve tên zanîn.
Ji bo balkişandina ser van sûcan û paxşaneya wan a civakî û psîkolojîk, ajansa me hevpeyvîn bi derûnnasa Cezayirî, Nehla Fartas re çêkir. Nehla ya ku terapîsta malbatê, çalakvana hişyariya tendûristiya derûnî û rêvebera Navenda Afirandina Hêzê (CPC) ye, bersiv da pirsên me.
*Çima qetilkirinên jinan zêde bûne? Çi dibe sedem ku mêr an mêrê berê endamên malbata xwe bikuje?
Dema ku mêrek hevjîna xwe an zarokên xwe dikuje, em bi rewşek psîkolojîk a tevlihev re mijûl dibin ku ji têgeha "Lihevnekirina di nav zewacê de" wêdetir e. Sedema bingehîn teqînek navxweyî ye ku ji ber kombûna psîkolojîk a bêdermankirin çêdibe. Zilam xwe xiyanetlêbûyî, şermezarkirî an jî kontrola li ser hevjîna xwe wenda kiriye hîs dike, ji ber vê ew wek rêbazek wêranker a tolhildanê serî li tundiyê dide, qelsiya xwe û redkirina rastiyek ku nikare biguherîne, rewa dike.
Di gelek rewşan de tiryakkêşî roleke mezin di tarîkirina hişê mirovan û zêdekirina êrîşkariyê de dilîze. Hinek sûc ji hestên mêran derdikevin holê ku qanûn an civak di dozên jinberdan an welayeta zarokan de alîgirê jinan e, ji ber vê yekê ew hewl didin ku bi rêya şîdeta kujer desthilatdariya xwe ji nûve bi dest bixin.
*Hêjayî gotinê ye ku piraniya kiryarên ciwan ên van sûcan, nayên darizandin. Li gor nêrîna te çima nayên darizandin?
Em bi nifşekî re rûbirû ne ku ji ber pirsgirêkên kûr ên nasname û nehevsengiya psîkolojîk zehmetiyan dikşînin. Ew di jîngehên ku bi hilweşîn, bindestî an jî cudakariya hestyarî û ragihandinê têne nasîn, mezin bûne. Ciwan di destpêka jiyana zewacê de bi gelek zextan re rû bi rû dimînin. Wek aborî, civakî, hestyarî. Gelek caran amûrên psîkolojîk ji bo alîkariya wan tune ne ku li hember van zextan bisekinin.
Her wiha bandora medyaya civakî di teşekirina hişmendiyeke şaş a di nav ciwanan de, roleke mezin dilîze. Şêwazên jiyanê yên îdeal tên pêşxistin, bi xuyangên vala tên dagirtin û ji bo kesên ku nikarin vê îdeala derewîn bidest bixin, hestek zext û kêmasiyê diafirînin. Di heman demê de bikaranîna madeyên hişber û halûsînojenîk êrîşkariya wan zêde dike û kontrola wan a li ser tevgerên wan qels dike.
Li hember van zextên psîkolojîk û civakî, xwesteka ji nû ve bidestxistina rûmet an prestîjê vediguhere tundiya li dijî kesên herî nêzîkî xwe.
*Ji bo parastina jinan a ji qetilkirinên nav malê, gavên pêşîlêgirtinê çi ne?
Pêşîlêgirtin bi hişmendiyê destpê dike. Hewce ye ku em peyva tendûristiya derûnî li dibistan, zanîngeh û heta di medya dîjîtal de belav bikin. Her wiha girîng e ku tabûyên têkildarî serdana pisporek tendrustiya derûnî werin şikandin.
Hikûmet jî divê zagonên hişk derxe da ku malbatan biparêze û tundiya navmalî bi hemû şêwazên wê ceza bike. Medyaya dîjîtal havkarek girîng e, ji ber erkê wê ye ku wêneyên rastîn bêyî mezin bike vebêje û naveroka ku beşdarî avakirina hişmendiya psîkolojîk dibe, peyda bike.
Divê her kes fêm bike ku malbat ne cihekî tundiyê ye, ew kelehek e ku jinan di nav xwe de digre. Eger em dixwazin malbatên xwe biparêzin, divê em fêrî mirovan bikin ka çawa biaxivin, çawa guhdarî bikin û çawa bêyî şerm alîkariyê bixwazin. Teqîn ji nişka ve çênabin, lê belê bi qêrînên ku me di dema guncav de nebihîstine destpê dikin.