'Parastina mîrateya rojnamegeriya Kurdî dikeve ser milên me'
Rojnamevanên jin ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mebesta salvegera 127'emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî destnîşan kirin ku parastina mîrateya rojnamegeriya Kurdî, dikeve ser milên wan.

Navenda Nûçeyan- 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Di sala 1898'an de yekem rojnameya Kurdî bi navê 'Kurdistan' li paytexta Misrê Qahîreyê hat weşandin. Rojnameya ku ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve hat weşandin, di nav 4 salan de beriya ku weşana wê bidawî bibe 31 hejmar bi zimanê Kurdî û Tirkî derket. Her sal di vê rojê de rojnamevanên Kurd ên ku ji bo ragihandina dengê civakan têdikoşin, tên xelatkirin.
Bi mabesta salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî, rojnamevanên jin ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin û ev roj li hemû xebatkarên ragihandina azad pîroz kirin.
'Rojnamevanên Kurd ji bo gihandina rastiyê têdikoşin'
Rojnamevan Xezna Celal a di Ronahî TV ya bajarê Kobanê ya kantona Firatê de dixebite, vê rojê li hemû rojnamevanên Kurd û cîhanê pîroz kir. Xezna Celal qala hedefgirtin û kiryarên ku rojnamevan lê rast tên kir û wiha got: "Kiryar û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, rojnamevanan dikin hedefa xwe. Bi taybetî di van demên dawî de li Kurdistanê rojnamevan rastî binpêkirin û kiryarên hovane tên. Jinên rojnamevan di şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' ya ku îlhama xwe ji şoreşa rojava digre de rolên xwe derxistin holê û di belgekirina êş û serkeftinên gelê xwe de bûn pêşeng. Rojnamegeriya Kurdî bû dengê civaka xwe ya bindest. Jinên ku dixwazin bibin dengên civaka xwe, ji aliyê dagirkeriya deweta Tirk ve tên hedefgiritn. Li başûrê Kurdistanê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin hedefgirtin, li Rojava jî di berxwedana bendava Tişrînê de herî dawî rojnamevan Cîhan Bîlgîn bû armanca êrîşên dagirkeriyê."
'Rojnamevanên ku rastiyê radighînin tên hedefgirtin'
Xezna Celal destnîşan kir ku hedefgirtina rojnamevanan bi armanca qirkirina dengê civakê û îradeya wan e. Her wiha Xezna bêdengiya civaka navnetewî jî mîna hevkariya êrîşan nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku rojnamevan rolek di gîhandina dengê civakê û rastiya dagirkeriyê ya ji dinyayê re de dilîzin, tên hedefgirtin. Her wiha bêdengiya civaka navnetewî û saziyên parastina mafên rojnamevanan li hember armancgirtina rojnamevanan tê wateya hevkariya êrîşan. Divê zagonên parastina mafên rojnamevanan dikin, bikevin meriyetê û hesab ji dagirkeriya dewleta Tirk bê xwestin."
'Parastina mîrateya rojnamegeriya Kurdî berpirsyariya me ye'
Rojnamevan Sozdar Ehmed Roja Rojnamegeriya Kurd li gelê Kurd pîroz kir û da zanîn ku parastina mîrateya rojnamegeriya Kurdî dikeve ser milên wan. Sozdar Ehmed wiha axivî: "Bi saya tekoşerên azadiyê yên çapemeniya Kurdî em xebatên xwe didomînin û em ê xwedî li mîrateya wan a aşkarekirina rastiya gelê Kurd derkevin. Ji roja ku rojnamegeriya Kurdî li Qahîreyê destpê kiriye heta niha, em xebat û berxwedana xwe dewam dikin. Em hewl didin rojnamegeriya Kurdî bikin bîranîna zindî ya têkoşîna gelê Kurd û dengê civakê. Di şoreşa rojava de bi dehan rojnamevan ji bo belgekirina berxwedana gelê xwe di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine. Berpirsyariya mezin a parastina mîrateya rojnamegeriya Kurdî û şopandina riya têkoşînê wek rojnamevan dikeve ser milên me."
'Tevî qirkirin û êrîşan rojnamegeriya Kurdî bû dengê civakê'
Rojnamevan Jiyan Xelîl ku di JIN TV’yê de xebat dimeşîne jî diyar kir ku zêdetirî sedsalek e xebatên rojnamegeriya Kurdî tên parastin û xwe didomîne û wiha got: "Ev zêdeyî sedsalekê ye parastina mîrateya rojnamegeriya Kurdî tevî hewldanên qirkirin û tunekirinê, tê kirin û wê hê jî bê parastin. Bi avakirina saziyên xwe rojnemgeriya Kurdî li Kurdistanê hin gavan avêt û bû dengê rastiyê ya civaka xwe. Bi taybetî di warê rola jinan de bipêş ket û saziyên girêdayî jinan hatin vekirin. Bi zimanê dayîkê yê Kurdî peyamên xwe ji cîhanê re radighînin. Tevî hewldanên qirkirin û êrîşan rojnamegeriya Kurdî karîbû dengê civaka xwe ragihîne."
'Jinan xweseriya xwe di rojnamegeriya Kurdî de îsbat kirin'
Jiyan Xelîl bal kişand ser xebatên televîzyona JIN TV ya di gihandina dengê rast a jinan de û wiha got: "JIN TV mînaka zindî ya pêşengiya jinê ya di çapemeniyê de ye. Ev qanala ku hemû xebatkarên wê ji jinan pêk tê, li ser pirsgirêkên jinan disekine û bi perspektîfeke femînîst analîz dike. Hebûna jinan a di medyayê de wê bikaribe bi awayek kûr û cuda balê bikşîne ser pirsgirêkên civaka xwe. Tiştê ku medyaya kurdî ji yên din cuda dike, baldariya wê ya li ser gotara femînîst e. Rojnamegerên Kurd di wê baweriyê de ne ku jin xwedî şiyana ku bibandor û aşkirina peyaman bighîne civakê. Rojnamegerên jin ên Kurd ne tenê bûne dengê jinên Kurd, di heman demê de bûne dengê hemû jinên cîhanê jî."