'Parêznameyên Rêber Ocalan riya azadî û aştiyê nîşanî me dike'
Jinên ku beşdarî perwerdeya xwendina parêznameya pêncemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne dan zanîn ku parêzname û pirtûkên Rêber Ocalan riya azadî û aştiyê nîşanî me dike.

NÛR EL-EHMED
Reqa- Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo endamên xwe û hejmarek ji jinên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk perwerdeyek li darxist. Di perwerdeyê de bi armanca hişmendiya siyasî bê zêdekirin parêznameya pêncemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdulaah Ocalan hate xwendin.
'Rêber Ocalan pirsgiêkên tên jiyîn tîne ziman'
Rêvebera Ofîsa Perwerdeya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El-Huda derbarê naverok û bernameya perwerdeyê wiha got: "Me ji endamên xwe re tevî endamên gelek saziyan ji bo hefteyekê rûniştina rewşenbîrî vekir û di civînê de parêznameya pêncemîn a analîzên Rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” hate xwendin. Rêber Ocalan di vê pirtûkê de behsa zarokatî, mezinbûn, perwerde û têkiliya xwe ya bi zimanê dayikê re dike. Her wiha têkiliya xwe ya bi rêhevalên xwe re û xebatên xwe yên pêşengiya serdema siyasî û aborî jî vedibêje. Di heman demê de jiyana wekhev û neteweya demokratîk jî di nav de gelek pirsgirêkan tîne ziman."
'Çareseriyên radîkal pêşkêş dike'
Li ser pirsa çima parêznameya pêncan bi taybetî hatiye xwendin, Nûr El-Huda wiha bersivand: "Her pirtûkek Rêber Ocalan çareseriyeke siyasî ya radîkal pêşkêş dike. Di parêznameya pêncrmîn de, ew balê dikşîne ser sedemên van nakokiyan û bertekên neyînî yên wan li ser herêmê. Her wiha ji bo bidawîkirina nakokî û qeyranên li Rojhilata Navîn, pêkanîna aştî û aramiyê û rêgirtina li rijandina xwînê, çareseriyên radîkal pêşniyar dike. Jin di her şerî de bedelên herî giran didin, li gel bertekên koçberkirina bi darê zorê û hedefgirtina jinan bi binpêkirinan re dimînin. Ji ber vê girîng e jin nîqaşên Rêber Ocalan ên ku ji bo pirsgirêkên me çareseriyên aştî û azadiyê di nav xwe de dihewîne bixwînin. Piştî xwendinê nêrîn û analîza min a li ser karakterê guherî."
'Ji bo jiyanek bi wate hewcedarî bi naskirina fikira azad heye'
Endama Mala Jin Fewze El-Hemûd têkildarî tevlîbûna wê ji perwerdeyê re wiha got: " Perwerde gaveke erênî û girîng e ku em di fikra Rêber Ocalan de kûr bibin û felsefeya ku şoreşa me li ser hatiye avakirin fêm bikin. Bi xwendina daxwaznameyên wî em bûn şahidê hêz û vîna wî ya ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê ji bo hemû gelên cîhanê. Tevî zehmetiyên mezin ên ku di têkoşîna wî de bûn asteng jî, teslîm nebû. Ew, bi berxwedan û têkoşînê re rû bi rû ma û xwest aştiya di nava xwe de li hemû gelan belav bike. Ji bo her jinek ku li jiyaneke azad, bi rûmet û wêrek diger e, naskirina fikra Rêber Ocalan dê bi wê re bibe alîkar."
'Ji bo analîzkirina rewşa herêmê divê parêznameya pêncemîn bê xwendin'
Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Yethrib El-Hindî derbarê beşdariya xwe di perwerdeyê re wiha axivî: "Min xwest ku ji ber nakokî û pirsgirêkên çaresernebûyî yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî doza Filistînê û gelek mijarên din, her wiha qirkirina ku di hemû serdeman de ji aliyê kêmneteweyan ve hatiye kirin, di serî de Ermenî û Êzidî jî, zêdetir li ser fikrên Rêber Ocalan bixwînim. Xwendina parêznameyê jî ji bo çareseriya bi avakirina Projeya Neteweya Demokratîk pêwîstiyeke lezgîn bû."