Ji jinên Sûdanî : Em Sûdanek nû azad û adil daxwaz dikin

Jinên Sûdanî yên ku ji ber şer û pevçûnan bi kêşe û zehmetiyan re rûbirû ne. Di salvegera duyem a pevçûnên di nav Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanî de, dibêjin: "Em Sûdanek nû azad û adil daxwaz dikin."

EYA IBRAHÎM

Sûdan- Di 15'ê Nîsanê de salvegera duyemîn a destpêkirina pevçûnên di navbera artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Di encama van pevçûnan de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 12 milyon Sûdanî jî neçarî koçberiyê bûn.

Piştî du salan pevçûn di navbera artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, artêşê hin eyalet ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn vegerandin, bi taybet paytexta Xertûm, El-Cezîre, bajarê Sinca, paytexta eyaleta Sennar. Şer û pevçûn li herêmên din berdewam dikin û herî zêde li herêma Darfur û bajarê El Faşer şer didome. Niha jî pevçûna di navbera artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn derbasî eyaletên bakur bûye. Ew jî yek ji eyaletên herî ewledar e ku bi milyonan hemwelatî koçî wir bûne. Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşên xwe ser eyaleta bakur bi dronan dijwartir kiriye. 

'Jinên Sûdanî bûn modela fedakarî û rizgariyê'

Şêwirmenda Tevgera Rizgariya Sûdanê Nîdal Osman ku beşdarî pevçûnê bû got: "Jinên di nava tevgerê de ji bo parastina xwe li qadan erka xwe dikin. Ez jinên li çar aliyê cîhanê ji bo sekin û berxwedêriya wan di hilgirtina berpirsiyariyên xwe yên wekî jinên malê, dayik û pêşengiyê de silav dikim. Dayikên Sûdanê ji bo rûmeta xwe canê xwe û zarokên xwe feda kirin û di operasyona herî mezin a ku ax, namûs, dîrok û nasnameya gelê Sûdanê dike hedef ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve rastî binpêkirinan hatin. Jin di gelek qadên piştgiriyê de bûn modela fedakarî û rizgariyê."

'Di nav du salan de deh hezar xort û keç perwerde kirin'

Şeza Awad Behrî, çalakvanekî dilxwaz ku ji paytexta Xartûmê ye û koçî yek ji eyaletên ewle bû. Ew dilxwazek çalak e. Ew rêvebira Navenda Perwerdehiya Pîşeyî ya Aanaab, rahênerê pêşkeftina mirovî û rahênerek li Mustanfirat (kampek ji bo perwerdekirina keçan di hunerên şer de) ye. Şeza Awad Behrî got ku di nava du salên şer de, wê karîbû 10 hezar xort û jin di kursên cuda yên rahênanê yên berhemdar de perwerde bike û wiha axivî: "Me xwe perwerde kir û bûn jinên bihêz û jêhatî ku dikarin xwe biparêzin. Min bi riya rûpela xwe ya Facebookê bang kir ku mirov xwe perwerde bikin û ev bang rastê bersivek bilez hat. Piştre min kampên perwerdeyê dest pê kirin. Ez bi vê yekê serbilind im ji ber ku xwendekar bi dilxwazî ​​xwe perwerde dikin."

'Divê zagon bên aktîvkirin û di meriyetê de bin'

Aktîvîsta siyasî Henan Ebkrayî da zanîn ku divê bi lez hikumeteke bi îmkanên netewî ku ne di bin kotayan de be bê damezrandin, ew li ser bingeha jêhatîbûn, yekrêzî û girêdana netewî ya berfireh be. Divê zagonên hişk bên aktîvkirin ji bo dadgehkirina ajan, kesên gendelî û hemû kesên ku bûne sedema êşa gelê Sûdanê an jî beşdarî wêrankirina welat bûne. Divê qanûnek zelal were derxistin ku teşwîqkirina pevçûnên eşîrî û nijadperestî, sûcdar bike û yekîtiya Sûdanê bike xeta sor ku neyê derbas kirin. Henan Ebkrayî wiha xwestekên xwe anî ziman: "Em Sûdanek nû, azad û dadperwer dixwazin ku tê de cîhê gendelî, kota, firotina postan tune be."

'Êş û kêşeyên penaberan xwe dom dike'

Ibrîsam Muhemed Elî ku li peytexta Xertûmê rûdinişt û piştî pevçûnan neçarî terkandina mala xwe bûye dibêje: "Piştî du mehan ji şer û pevçûnan bi malbata xwe re neçarî koçberiyê bûn ku em deverek bi ewle peyda bikin û malbata xwe ji êrîşan biparêzin. Tevî ku ew herêm bi ewle bûn lê kêşeyên penaberan xwe dom dikir. Pêdîviyên jiyanî di nava kampên koçberiyê de nayê peydakirin û milet bi zehmetiyan re rûbirû ne. Piştî du salan ji wêrankirinê Xertûm ji destê hêzên Piştgiriya Lezgîn hate vegerandin, em dixwazin vegerin cih û warên xwe û ji nûve herêmên xwe ava bikin. Lê mixabin niha şert ne guncavan ku em vegerin."