Derhênera Iraqî bi fîlma xwe ya bi navê ‘Karkerên pirkêt’ jiyana jinên karker vedibêje

Derhênera Iraqî Iman Kazem bi fîlma xwe ya bi navê “Karkerên pirkêt” pirsgirêkên jinên Iraqî vedibêje û balê dikşîne ser êş û zehmetiyên ku dikşînin.

RAJA HAMÎD RAŞÎD

Iraq - Fîlma “Karkerên Jin ên pirkêtê” ku ji aliyê derhênera Iraqî Iman Kazem ve hatiye kişandin, belgeyeke dîrokî ye ku êş û azarên jinên ku di kargehên pirkêtan de dixebitin û zehmetiyan dikşînin ji bo debara jiyana xwe û zarokên xwe, tevî keda dijwar, vedibêje. Em bi derhêner Iman Kazem re li ser karê wê axivîn.

‘Sirgûnê di hînbûna min de rolek girîng lîst’

Iman Kazem destpêkê bal kişand ser zehmetiyên derhêneriya fîlman û got: “Di sînemayê de meşandina xebatê gelek zehmet e. Pîşeya derhêneriyê di warên jiyana civakî û siyasî, psîkolojîk û hunerên dîtbarî de zanyariyek berfireh dixwaze. Zehmetiyên din jî nebûna fînans û binesaziya saziyên pispor ên sînemayê ne. Her wiha kêmbûna lîstikvan û şanogerên ku amûrên lîstikvaniyê yên pêwîst ji bo hunera sînemayê hene. Iman Kazem bi gotinên; “Sirgûniyê di fêrbûna min de roleke girîng lîst” wiha berdewam kir: “Dema piştî sala 2003’an ez vegeriyam welatê xwe, ew qonaxeke cuda û nû bû. Çîrok û serpêhatî çiqas cihêreng bin jî hilbijartina ji bo sînemaya guncav hişyarî û lêkolînê dixwaze. Her çîrok nikare bibe fîlm, ji ber ku şert û mercên hunerî hene divê werin bicîhanîn. Hişyarî û xeyalên derhêner feyde dide fîlmê, ji ber ku ji ber zêdehî û ecêbiya bûyeran, rastiya Iraqê wisa dagirtiyî ye ku carna xwe nêzîkî xeyalan dikin û ji ber vê yekê kombûna bûyeran ji derhêner re zehmetiye çêkir ku diyar bike ka kîjan ji ya din çêtir e.”

Ji bo fîlmê di kargehekê de xebitî

Iman Kazem anî ziman ku wê tu carî ji derhênerên Ereb perwerde negirtiye û qala zehmetiyên ku di dema derhêneriya fîlma “Karkerên pirkêtê” kişandiye kir û wiha got: “Zehmet bû ku bikevim van kargehên ku li taxa Nahrawan a girêdayî navçeya Medain a li rojhilatê paytext Bexdayê ye. Bi alîkariya çend hevalên akademîsyen û profesorên zanîngehê ez bi hinceta lêkolînên zanistî li ser sektora pirkêtan dikaribûm bikevim van kargehan. Piştî gelek serdanan min bi xwediyên kargehan re têkiliyên dostanî danî. Piştî xebata du salan min derhêneriya fîlm kir.”

‘Jin û zarok bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne’

Der barê zelalkirina fikra derhêneriya fîlmê de Iman Kazem got: “Min kurte vîdyoyên ku li ser hinek kanalan li ser van kargehan û rewşa nebaş a xebatê ya jinan li wê derê hatine nîşandan şopand û min fikra derhêneriya fîlm a bi armanc zelal kir. Jin û zarokên ku di kargehên pirkêtan de dixebitin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Dibe ku fîlm bala rayedarên pêwendîdar bikşîne da ku ji vê rewşê re çareseriyê bibînin. Her wiha pirsgirêka qirêjiya hewayê heye ku ji ber bikaranîna yaxa reş weke madeya sereke di karkirina kargehên pirkêtan de çêdibe.”

Derhênera Iraqî Iman Kazem derhêneriya gelek fîlmên wek “Kral Faysal I, Karkerên Pirkêtan, Siya Betonê û Kafeyên Wêjeyî yên Bexdayê” kiriye.