Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê kêrhatiyên ciwanan derdixîne holê

Jinên ciwan ên kantona Minbicê bi alîkariya Navenda Çand û Hunera ya Minbicê kêrhatiyên xwe yên hunerî derdixînin pêş. Jinên ciwan gotin ku çi kesê kêrhatiya wan hebe bila ji biçûkaniya xwe ve pêş bixin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Navenda Çand û Hunera kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya vekirina dewreyên hunerî û çandî gelek derfetan ji ciwanan re ava dike û dihêle ku ciwan kêrhatiyên xwe yê hunerî derxînin holê. Navend di gelek beşên weke şano, wênexêzî, mûzîk û hwd xebatan dide meşandin û perwerdeyên taybet tê dayîn.

Li ser gelek alavên mûzîkê xwe perwerde dikin

Lava Xelîl ya 13 salî perwerdeya Kemanê dibîne got: "Ev nêzî 6 mehan ez li alava Kemanê didim. Min pir jê hez dikir û îro roj bûye kêrhatiya xwe derxînim pêş û di kemanê de jêhatî me. Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê ev derfet ji me re da ku em kêrhatiyên  xwe pêş bixin. Em çênd jinên ciwan li ser gelek alavan mîna Keman, Gîtar, Bizq û Ûd de xwe perwerde dikin. Ez hîna di asta navîn de me û ji bo baştir li Kemanê bidim xwe perwerde dikim . Ez dixwazim di demên pêş de li ser dikên mîhrîcan û şahiyan li Kemanê bidim.”

Lava Xelîl wiha gotinê xwe domand: “Di demên berê de me tu jinên ciwan alaveke mûzîkê li kolanê rakiriye nedîtibû lê bi vekirina dewreyên mûzîkê re her kesê dixwaze kêrhatiya xwe pêş bixe, berê xwe dide navenda çand û hunerê. Ev gav jî li kantona Minbicê hunerê pêş dixe.”

‘Armaca me ewe ku em piştgiriya kêrhatiyên ciwanan bikin’

Endama Navenda Çand û Hunerê Fatma Zehraa El-Xelîl a 18 salî got ku dewreyên mûzîkê ne tenê ji bo alavek tê dîtin û destnîşan kir ku li ser gelek alavan perwerde dibînin û wiha pê de çû: “Çi kesê kêrhatiya wan hebe dikare berê xwe bide navenda çand û hunerê ji bo xwe pêş bixe. Ji ber armanca me ya sereke ji van dewreyan ew e ku em piştgiriya kêrhatiyên ciwanan li kantona Minbicê bikin. Dewreyên me yên folklorî, wênexêzî ji bo hemû temanan re vekiriye. Gelek jinên ciwan û xort hene pêwîstî heye kêrhatiyên wan derkevin holê, em jî hewil didin vê yekê bikin.”

‘Bila ciwan kêrhatiyên xwe pêş bixin’

Sîdra El-Elî ya 16 salî ku di folklorê cihê digre got: "Piştî min dît jinên ciwan ên  di temenê min de di grûbên folklorê de cih digrin û min biryar da ez jî beşdarî perwerdeyê bibim. Ez gelekî ji folklora ku dîroka me temsîl dike hez dikim. Em bi destpêşxeriyên navenda çand û hunerê gelekî kêfxweş im. Çi kesê kêrhatiya wan hebe bila ji biçûkaniya xwe ve pêş bixin ji ber derfet her dem tune ne.”