Şanoya Kolanê ya Hegyan bi lîstika xwe peyamên civakî da

Di lîstika Şanoya Kolanê ya Hegyan a li bajarê Sine hat pêşandan de, bal li ser wekheviya jin û mêr hat kişandin û pêyamên civakî hat dayîn.

Sine – Lîstika Şanoya Kolanê ya Hegyan li hewşa Kompleksa Fecrê ya li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hat lîstin. Di şanoya ku derhêneriya wê Fereydûn Ehmedî kir û ji aliyê 5 lîstikvanên jin û 5 lîstikvanên mêr ve hatiye lîstin, bal li ser giringiya av, cotkarî û çandiniyê û bandora wan li ser jiyana mirovan û beşdariya wekhev a jin û mêr di jiyanê de hat kişandin.

Şanoya ku di heman demê de rola jinê ya li ser jiyanê jî vedibêje, bi mûzîka ku ji aliyê amûrên cuda ve tê lêxistin hat lîstin.