Bi riya tabloyên xwe bîrekê ava dikin

Wênexêzên jin teqez kirin ku ew bi riya tabloyên xwe, rastiya civakê û jinan a di her pêvajoya dîrokî de hebûye, derdixin holê û dixwazin mayînde bikin.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Ji destpêka serdemên kevn ve jin di hemû awayên hunera afrîner û destanên lehengiyê de hebûne. Ji sedsala 21’ê de jî jin di warê wêjeyî û hunerî de hebûne yek ji wan jî wênexêzî ye.

Jinan gelek taybetî bi dest xistine û teqez kirine ku rola wan di hemû aliyên jiyanê de heye. Hebûna wan bi taybetî di wênexêziyê de ji nêrîna teng derbas dike. Bi riya wênexêziyê dîroka xwe nivîsandine û rastiya ku dijîn derxistine holê.

Wênexêzên jin dibînin ku wênexêzî awayeke ku pê fikir û hestên xwe bînin ziman e û weke yek ji hunerên herî xuyayî bi nav dikin. Bi riya wê dikaribûn di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigrin.

‘Wênexêzî ji serdemê kevin ve hebûye’

Wênexêz Resmiye El-Irsan got ku wênexêzî vedigere serdemên kevin, wênexêzan tablo çêkirine ji bo ku bûyerên şaristanî û şerên di her pêvajoya dîrokî de çêbûne, dozên gel û jinan û azarên wan di demên berê de bi riya tabloyên xwe ragihînin.

Her wiha destnîşan kir ku wênexêzî neynika sereke ya her serdema dîrokî ye û got:  “Îro em gelek peykeran li ser dîwaran li Şamê dibînin her wiha peykerên li şikeft û perestgehan jî vê yekê îsbat dikin."

‘Huner nebûya me yê nikaribûya tiştên li cîhanê diqewimin şîrove bikira’

Der barê girîngiya hunerê di derxistina rastiya şoreşan û bandorên neyînî yên li ser civak û jinan de got: "Ger ev wêne di serdema me ya niha de tune bûna, em ê nikaribûna tiştên li cîhanê rûdidin, şoreş krîz şer û hwd şîrove bikin."

Her wiha got ku rola herî mezin a derxistina rastiyan û nivîsandina jiyana jinan li ser milê jinan e ji ber ku gelek wênexêzên jin rola xwe ya xuyayî di nivîsandina dîroka wan û veguhestina rastiya dijîn lîstin û heta niha jî pêvajoyên dîrokê û bûyerên wê bi riya tabloyan vedibêjin.

‘Divê jin behreya xwe derxin holê’

Resmiye El-Irsan bang li jinan kir ku hestên xwe bînin ziman û wiha got: "Divê her jin behreya wê hebe derxe û bi pêş bixe. Di çarçoveyeke teng de nehêle ji ber jin di rastiya xwe ya heyî de pêwîstiya wan bi derbirîna hestên wê heye."

‘Rola jinan a civakî bi serdema kapîtalîzmê re hatiye berevajîkirin’

Hunermend Seher Ebd El Rehman jî got ku jin ji dema civaka xwezayî ve bi hêza xwe tên naskirin, ji ber ew di hemû aliyan de rêveber bûne lê bi demê re û bi derketina kapîtalîzm û dîktatoriyê re rastiya wan hatiye berevajîkirin û got: "Ez bi riya tabloyên xwe hewl didim tişta jinan di demên berê de jiyane û rola wan a di civakê de tesbît bikim."

Her wiha diyar kir ku parastina wênexêziyê girîngiyek e ji bo bibe şahidê dîroka jinan û erka herî sereke ya jinan ew e ku parastina vê hunerê bikin û bi pêş bixin.