Dîwarê Reqayê tevî texrîbatan jî bi mîmariya xwe ya bêhempa li ser piyan e

Dîwarê Reqayê ku berhema herî kevin a dîroka bajar e; tevî kolandinên lê hatine kirin, karesatên xwezayî û dagirkeriyê jî mîmariya xwe ya bêhempa diparêze û heta roja îro li ser piyan maye.

YUSRA EL-EHMED

Reqa- Şaristaniyên kevin gelek cihên dîrokî li pey xwe hiştine ku bûne şahidên wê demê. Li Kantona Reqayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her cihekî cografî şûnwareke kevin li pey xwe hiştiye, şahidiyê ji kesên lê mane û ava kirine re dike.

Kantona Reqayê bi gelek cihên dîrokî navdar e, mîna Qesra Keçan (Qasr Al-Banat) (Muzeya Arkeolojîk û Dîwarê ku bi teşeyê xwe yê endezyarî û xweşikbûna xwe ya avahîsazî naskirî ye; weke mirêkeke ku dîrok û şaristaniya bajêr vedibêje ye.

Dîwarê Reqayê şûnwarî li rojhilatê navenda bajêr dikeve. Di serdema Xelîfeyê Ebasî Ebû Cafer El-Mensûr de di sedsala 8’an a piştî zayînê de hatiye avakirin. Dirêjahiya wê 5 kîlometre ye, li kêleka wî deriyê Bexdayê heye ku bi dîwar re hatiye avakirin. Her wiha  Qesra Keçan ku Xelîfeyê Ebasî Harûn El-Reşîd bi salan tê de maye jî heye.

Sê deriyên Dîwarê Reqayê hene

Dîwarê Reqayê ku weke “nala hespê” ye, ji heriya xam hatiye çêkirin û her du aliyên wê bi tuxlayan hatiye çêkirin. Zemînê wê jî kevir e. Bi navberên ku hatine hiştin, ji 83 kûleyan pêk tê û sê deriyên ketina wê hene. Ji deriyê ku li aliyê başur rojavayê bajar û li be Çemê Firatê ye re dibêjin deriyê “Al-Jinan.”  Ev nav di dawiya sedsala 19’an de bi navê deriyê “Bab Baxda” hatiye guherandin. Ji bo deriyê başûr ê dîwar jî navê deriyê “Bab Al-Sibal” hatiye danîn. Ev herdu derî jî ji tuxlayan hatine çêkirin. Deriyê bi navê “Edessa” ku li Bakur dimîne jî bi malzemeyên ku hatiye çêkirin, ji du deriyan cuda, ji keviran hatiye çêkirin.

Dîwarê ku du beş e, di beşa binî de korîdoreke fireh a bi qubeyê girtî heye, rojê dîwar jî bi kemeran hatiye xemilandin. Dîwarê ku di her du beşan de heye, bi stûnan hatiye çêkirin û mîmariya xwe ya bêhempa hê jî diparêze. Ji ber ku nîvê Reqayê çol e, di dîwar de malzemeyên weke tuxlayên çêkirî hatine bikaranîn.

Yekane bajarê ku mîmariya xwe diparêze

Dîwarê ku mîmariya Ereb-Îslam e û heta roja me ya îro maye, bi awaê herî xweşik ê ji daîre, sîmetrîk, yek ji avahiyên mîmarî ye û terzê îdela ê mîmariya Ebasiyan tê pejirandin. Ji aliyê Komîteya Neteweyî ya UNESCO’yê ve di sala 1986’an de Reqa weke bajarê ku mîmariya xwe parastiye hatiye dîtin û laqiyê xelata "Melina Merkuri" hatiye dîtin.

Ji ber kolandin, karesatên xwezayî û şeran, beşek ji dîwar deriziye, herî dawî di dema dagirkirina Reqayê ji aliyê DAIŞ’ê ve, weke baregeh hatiye bikaranîn û ji ber ku mayin lê hatine bicihkirin texrîb bûye. Restorasyona ku Berhemên Kevin ên Rêveberiya Xweser û Saziya Çandê ji bo parastina dîwar dane destpêkirin hê jî didome.