‘Sînema dikare xizmetê ji rastiya jinan re bike’

Derhênera sînemayê Selma El-Xemas diyar dike ku çareserkirina pirsgirêkên jinan bi riya sînemayê girîng e û da zanîn ku ji bo şerê li hemberî cudakariya ku jin rûbirûbûyî wê mane sînema xwedî roleke mezin e.

HENAN HARÎT

Mexrib- Huner, di warê dîtbarî, mijar, deng, helwest û tevgerê de beşeke wisa ye ku asoya mirovan diguherîne.. Ji ber wê dikare xwe bigihîjîne her kesê û duqat bandorê li mirovan bike.

Derhêner Selma El-Xemas di fîlmên xwe de balê dikşîne ser dozên jinan û çîrokên wan. Fîlmên ku derhêneriya wan jî dike kesayeta wê şîrove dikin. Zêdetir baldariyê dide mafên mirovan û bi taybetî jî jinan.

Balê dikşîne ser mijarên têkildarî jinan

Selma El-Xemas bi gotinên; "Ez zêdetir ji mijarên dozên jinan û azarên wan hez dikim. Her wiha meyla min li ser mijara cudakariya di navbera jin û mêran a di civaka me de ye" û bal kişand ku divê hunermend ji perspektîfên xwe re wefadar bin.

Selma El-Xemas dibîne ku çareserkirina dozên jinan bi riya sînemayê û nîşandana cudakariya li dijî wan girîng e. Teqez dike ku xizmeta dozên jinan gelekî xweş e ji ber piraniya wan di heman êşan re derbas dibin.

‘Di qada hunerê de jinên afrîner hene’

Selma El-Xemas destnîşan kir ku di qada hunerî de jinên afrîner hene, ew ne weke femînîstan tên binavkirin lê belê di hilberîn, derhênerî, nivîsandin an jî lîstikvaniyê de roleke wan a mezin hebûye û dikaribûn xwe îsbat bikin.

Selma El-Xemas behsa documentera xwe ya bi navê "Amazon" ku hê di pêvajoya montajê de ye kir û wiha got: "Min ev senaryo bi hevala xwe ya hilberîner Reşîde El-Seîd re çêkir. Gelek dem ji bo nivîsandina wê hat veqetandin. Me hewl da em êşên jinên ku rûbirûbûyî tundiya hevjînê xwe tên derxînin pêş."

‘Me çîroka jineke ku 15 salan rûbirûyî tundiyê hatibû kir mijara xwe’

Selma El-Xemas di berdewama axaftina we de got: "Çîroka Amazon ji rastiyê ye. Me bi riya lîstikvanên jin û mêr amade kir, me behsa jineke ku 15 salan rûbirûbûyî tundiya hevjînê xwe hatibû û li mala xwe hebsî mabû kir. Ew jin weke alaveke zarokanînê bû, hevjînê wê destdirêjî lê dikir, zarok bê çavdêriya bijîjkan dianî lê piştî ewqas îşkenceyan dikaribû bi riya planeke xwe û zarokên xwe ji wî mirovî xilas bike."

Selma El-Xemas diyar dike ku fîlmê Amazon ji bo her mêr û jinek nimûne ye. Ji ber ku  teslîmgirtinê qebûl nake. Berovajî wê ew şer dike ji bo hemû zehmetiyan derbas bike û xeyalên xwe yên pêknehatî pêk bîne.

Selma EL-Xemas got: "Me kar li ser derxistina jinên rûbirûbûyî tundiyê hatine kir ku ne mexdûr weke şoreşger xuya bikin. Ji ber piştî her êşekê ji bo guhertinê serhildan dikin û dixwazin jiyana xwe biguherînin û di hundirê civakê de jî guherînan çêbikin."

Fîlma wê xelat girt

Selma El-Xemas fîlmê xwe yê bi navê "Xiyanet" ku senaryoya wê nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye çêkiriye. Her wiha xelata rexnevanan di mîhrîcana neteweyî ya fîlmê Betence de girtiye. Vê yekê weke tecrubeyeke cuda bi nav kir û got ku wê qet bawer nedikir ku vê xelatê bigre. Dema ku fîlm beşdarî mîhrecanê bû, navê wê hat gotin ew gelekî kêfxweş bûye ji ber ji bo Selma El-Xemas xelata rexnevanan xelata herî girîng e ku kesên afrîner pê serbilind dibin.

‘Fîlm behsa çîroka jineke di jiyana xwe de serkeftî dike’

Der barê çîroka fîlm de diyar kir ku fîlm behsa çîroka jineke di jiyana xwe der serkeftî ye dike û xiyaneta hevjînê xwe derdixe holê.

Selma El-Xemas wiha berdewam kir: "Me zêdetir di vê filmî de bal kişand ser helwesta kesa xiyanet lê bûye. Wêneyeke ku me bi riya wê çawaniya bidawîkirina biryaran li cem jinên Mexribî derxist."

‘Malbata min mafnas e ji berê ve parastina mafên jinan dike’

Der barê faktorên ku bandor lê kirine û bûye sedem parastina mafên jinan bike de jî got: "Atmosfera malbatî ya ez tê de jiyam roleke mezin di vê der barê de lîstin. Malbata min, mafnas e. Ji beriya gelek salan ve parastina mafên jinan dike. Ez di atmosfereke wisa de mezin bûm ku bi çanda wekheviyê dagirtîbû."

Selma El-Xemas axaftina xwe wiha domand: "Ez rojane azarên jin di civakê de dikşînin dibînim û dijîm, peyama min ew e ku ez vê rastiyê derxim ji bo adat û teqalîdên kevn ji holê rakim."

‘Fîlm xîtabî hestên mirovan dikin’

Der barê pirsa gelo fîlm dikarin mêjî biguherînin an na de wê teqez kir ku ew bi çîrok û dozên ku rastiya jinan derdixin û parastina wan dikin re gelekî eleqedar e û got: "Baweriya min ew e ku fîlm dibin sedema guhertina fikir ji ber dikarin yekser hestên mirovan muxateb bigrin."

Her wiha Selma diyar kir ku ew weke derhêner û nivîskara senaryoyan hewl dide nêrînên şaş ên di civakê der barê jinan de rûniştine, biguherîne û wiha pêde çû: "Ez hewl didim zilma ku jin rûbirûbûyî wê tê derxim holê. Her wiha balê bikşînim ser mafên jinan ên hatine xwarin û tundiya li dijî wan, ji bo çareserî werin dîtin. Di nêrîna min de ev erka derhênerên fîlman e."

‘Derhêner her diçe zanabûna xwe zêdetir dikin’

Selma El-Xemas bal kişand ku di dema niha de zanabûneke mezin li cem derhêneran çêbûye. karên hunerî bi armanca guhertinê di raya giştî de çêkin pêşkêş dikin. Her wiha rola jinan di sînemayê de aktîf dikin û feraseta li ser wan diguherînin."

‘Berpirsyarî û barê malbatî yên li ser milên jinan li pêşiya aktîvîteyan dibin asteng’

Selma El-Xemas di heman demê de diyar kir ku jin di her warî de zehmetiyan dikşînin loma jî jinên ku gihîştine navendên biryarê kêm in û bal kişand ku wê dîtiye jin çiqas berpirsyariyan digre ser xwe, ew berpirsyariya mal zarok û kesên temenê wan mezin digre. Her wiha got ku dema jin dixwazin bixebitin jî ew berpirsyarî nahêlin xeyalên  xwe pêk bînin.

Selma El-Xemas got ku mîna Esmaa El-Mudîr gelek jinan li ser asta Mexribê xwe îsbat kirine û xelat girtine.

Selma El-Xemas di dawiyê de jî bang li hemû jinan kir ku serxwebûna xwe bi dest bixin û li hemberî hemû zehmetiyan bisekinin, xwe bi pêş bixin ji ber jin hêza civakê ne.