Li Bexdayê di civîna Penceşêra Memikan de banga bihîstyariyê

Di civîna ku di çarçoveya çalakiyên Cotmeha Pembe de li Bexdayê pêk hat de, akademîsyenan tekez kirin ku bilindkirina hişmendiya tenduristiyê û misogerkirina teşhîsa zû ya di parastina sermayeya tenduristiyê ya jinan de, stûnên bingehîn in.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda- Beşdarên civîna diyalogê ya li Bexdayê hate lidarxistin, bal kişandin ser girîngiya zêdekirina hişmendiya tenduristiyê û pêşîlêgirtina Penceşêra Memikan. Beşdaran, destnîşan kir ku başbûna fîzîkî û derûnî ya jinan, bingeha bihêzkirina wan a siyasî û beşdariya çalak jiyana civakî pêk tîne.

Akademîsyenan, anîn ziman ku pêşxistina hişmendiya tenduristiyê ya jinan û parastina wan a ji nexweşiyan, ji bo bihêzkirina siyasî û beşdariya civakî du stûnên bingehîn in. Civîna diyalogê ya di çarçoveya çalakiyên "Cotmeha Pembe" de hat lidarxistin, li Mala Allame Ebdulsahib El-Muxtar a Çand, Huner û Mîrasê ya li Bexdayê pêk hat. Ev xebat, ji aliyê Mala Allame Ebdulsahib El-Muxtar a ji bo Çand û Hunerê ve bi hevkariya Mala Çandî ya Feyliyan a girêdayî Daîreya Têkiliyên Çandî ya Wezareta Çand, Geştyarî û Berhemên Kevn, Weqfa Vision Tam ya balê dikişîne ser pêşveçûna domdar û Projeya Taa ku hewil dide rola jinan xurt bike ve hatiye organîzekirin.

Çalakiya ku di bin dirûşmeya "Ji tenduristiyê ber bi beşdariyê ve" de hat lidarxistin, ji aliyê rojnamevan Zeynep Îbrahîm ve hate rêvebirin. Hejmareke zêde çalakvan, rojnamevan û akademîsyen beşdarî civînê bûn.

‘Divê hişmendiya tenduristiyê ya li ser bingehên zanistî bên pêşxistin’

Seroka rêxistina alîkariyê ya bi navê "Em Alîkarî Dikin” Dr. Zêne Munzîr el-Qere Gulî ya di civînê de axivî, bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên tenduristiyê ku jin pê re rûbirû dimînin. Dr. Zêne, behsa girîngiya teşhîskirina zû ya Penceşêra Memikê, nexweşiyên jinan, nexweşiyên kronîk û kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk kir.

Dr. Zêne Munzîr el-Qere Gulî, her wiha balkişand ser rola xurekê ya tendurist û aktîvîteya fîzîkî ya di pêşîlêgirtina nexweşiyan de. Dr. Zêne diyar kir ku divê têgihîştinên şaş bên sererastkirin û hişmendiya tenduristiyê ya li ser bingehên zanistî, bên pêşxistin.

‘Tenduristiya jinan bingeha bihêzbûn û beşdariyê ye’

Seroka Weqfa “Vision Tam” Dr. Tamara Kazîm el-Esedî jî, ragihand ku akademîsyenên jin gelek caran ji ber kombûna berpirsyariyên pîşeyî û malbatî û zextên di qada lêkolînê de, rastî zehmetiyên cûrbecûr tên. Dr. Tamara tekez kir ku ev rewş dikare bandoreke neyînî li ser tenduristiya fîzîkî û derûnî ya jinan bike. Dr. Tamara Kazîm el-Esedî, balkişand ser girîngiya teşhîsa zû, gihîştina xizmetên tenduristiyê û piştgiriya jinên ku bi nexweşiyên kronîk re dijîn û bang li zanîngeh û saziyan kir. Dr. Tamara Kazîm el-Esedî, wiha got: “Divê hawîrdorên kar ên nerm û dadperwer ên tenduristiya jinan diparêzin, bihêzkirina wan bipêş dixin û rê didin beşdariya wan a jiyana akademîk û civakî heye.”

‘Bihêzkirina siyasî ya jinan pir girîng e’

Dr. Şehd El-Rubeyî, bal kişand ser pêwîstiya guhertin nêrîna kevneşopî ya ku siyasetê ji tenduristiya jinan vediqetîne û diyar kir ku ji bo jin bikaribin bi awayekî bibandor erkên xwe bi cih bînin, beşdariya siyasî û beşdariya pêvajoyên biryardayînê, pêdivî bi tenduristiyeke baş a fîzîkî û derûnî heye. Dr. Şehd El-Rubeyî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Destekkirina jinan a di meclîs û qadên din de, pir girîng e. Pêwîst e beşdariya siyasî û civakî ya jinan were xurtkirin û divê tenduristiya wan bibe pêşengiyeke sereke ku bikaribin berpirsyariyên xwe bi awayekî bibandortir bi cih bînin.”

Girîngiya teşhîsa zû

Rêvebera Navenda Çandî ya Allame Ebdulsahib El-Muxtar Suzan Kazîm Kişkûl, ji ajansa me re diyar kir ku ev çalakî di çarçoveya "Cotmeha Pembe" de bi armanca rêzgirtina li jinan û bilindkirina hişyariyê ya der barê girîngiya pêşîlêgirtina Penceşêra Memikê de hatiye lidarxistin.

Suzan Kazîm Kişkûl, da zanîn ku ev civîn peyameke girîng dide jinan û tekez kir ku tenduristî bingeha civakê pêk tîne.

Suzan Kazîm Kişkûl, anî ziman ku jin yek ji stûnên bingehîn ên civakê ne û diyar kir ku parastina tenduristî û başiya wan rê dide wan ku bi awayekî bibandor beşdarî pêşveçûn û birêvebirina civakê bibin.