Zêdetirê 520 kesan li dijî darvekirinê bang li Îranê kir
Li Îranê her sê saetan carekê kesek tê darvekirin. Zêdetirî 520 kesayetên siyasî û parêzvanên mafên mirovan ên li seranserî cîhanê, li dijî zêdebûna darvekirinan bang li civaka navneteweyî kir.

Navenda Nûçeyan – Zêdetirî 520 kesayetên siyasî û parêzvanên mafên mirovan ên li seranserî cîhanê, li dijî cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji roja Mesûd Pezeşkiyan bûye serokkomarê Îranê heta niha zêdetirî hezar û 800 kes hatine darvekirin, di her sê saetan carekê de kesek tê darvekirin, ji serê salê heta niha 38 jin jî hatine darvekirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 3 jê jin (Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî) bi giştî 50 girtiyên siyasî bi gefa darvekirinê rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îran dixwaze dîroka 1988’an ku 30 hezar girtiyên siyasî hatibûn darvekirin dîsa dubare bike. Di serî de girtiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, divê hemû cezayên darvekirinê tavilê bên bidawîkirin.”
Di daxuyaniyê de bang li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî jî hate xwestin ku ji bo cezakirina kesên tiliya wan di van binpêkirinan de heye tavilê gavan biavêjin.