SOHR: Li Sûriyeyê rêjeya sûc di asta xeternak de ye

Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê valatiya kûr a li welat, bûyerên tundiyê zêde dike, ewlehî û pergala hiqûqê binpê dike. Ji destpêka salê heta niha 50 jê jin û 28 jî zarok, bi giştî 359 sivîl mirine.

Navenda Nûçeyan – Bûyerên sûc ên li herêm û bajarên cûda yên Sûriyeyê diqewimin, krîza ewlehî û mirovî ya cidî ku welat rûbirû ye radixe ber çavan. Tiştên tên jiyîn, lewaztiya perastina civakê û qada kaotîk ku valatî di pergala hiqûqê de ava kiriye, derdixe holê.

Li gorî rapora nû ya ji aliyê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatî weşandin, ji destpêka sala 2025’an heta niha li welat 319 bûyerên cînayet û krîmînal hatine jiyîn. Di encama van bûyeran de 281 mêr, 50 jin û 28 zarok di nav de bi giştî 359 sivîl mirine.

Ewlehiya sivîl di bin gefê de ye

SOHR’ê diyar kir ku ev cûreyên sûcan, tabloya trajîk ku bandorê li hemû beşên civaka Sûriyayê dike, nîşan dide û zêdebûna mijara nûçeyê gefên cidî li ewlehiya sivîl dixwe. Li gorî rapora SOHR’ê, meha Hezîranê bi 39 bûyeran, bû meha ku herî zêde sûc hatine kirin. Piştî wê jî mehên Adar û Nîsanê her yek bi 38 bûyeran tên. Di meha Çileyê de 34, meha Sibatê 33 bûyer hatin tomarkirin, meha Gulanê tenê bi 15 bûyeran weke meha ku xwedî rêjeya herî kêm a sûc e, ket nav tomarkirinan.

Banga lezgîn

Di raporê de hate destnîşankirin ku sûcên tên kirin û cînayet, valatiya herî mezin a ewlehiyê ku gefê li aramiya civaka Sûriyeyê dixwe, nîşan dide. SOHR’ê, ji bo bihêzkirina mekanîzmayên parastina civakê, aktîfkirina hesabdayîna hiqûqî û li dijî sedemên bingehîn ên sûc tedbîrên tund û bi  biryar bên girtin, bang kir. Di heman demê de ji bo parastina sivîlan û pêkanîna ewlehiyê banga demildest a ketina nava tevgerê li saziyên netewî û navnetewî kir.