Cezayê girtîgehê li rojnamevan Oznûr Deger birîn
Di rûniştina doza ku Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger lê dihat darizandin de salek, 28 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Di 7’ê Sibatê de polîs li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser mala malbata rojnamevan Oznûr Deger girtibûn. Rojnamevan Oznûr Deger di serdegirtinê rastî tundiyê hatibû û hatibû binçavkirin.
Rûniştina doza Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger ku bi îdiaya “rêzepropagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidar xistin.
Oznûr Deger û parêzerên wê tevlî rûniştinê nebûn. Di rûniştinê de belge hatin xwendin, dozgeriyê mutalaaya xwe eşkere kir û daxwaza cezayê girtîgehê kir.
Dadgehê jî bi heman îdiayê salek û 28 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da.