Îsraîlê herî kêm 20 hezar xwendekar û hezar û 37 mamosteyan qetil kir

Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Filistînê, hejmara mamoste û rêvebirên li Xezayê û Şerîaya Rojava hatine qetilkitin bû hezar û 37 û hejmara birîndaran jî bû 4 hezar û 740.

Navenda Nûçeyan – Hate ragihandin di êrişên artêşa Îsraîlê ya ji Cotmeha 2023’an û vir ve li dijî Xezayê û Şerîaya Rojava pêk tîne de, 20 hezar û 58 xwendekar hatine qetilkirin û 31 hezar û 139 xwendekar jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Perwerdehiyê ya Filistînê de, daneyên fermî yên derbarê mamoste û xwendekarên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê û Şerîaya Rojava hatine qetilkirin de, hatin parvekirin.
Li Xezayê 19 hezar xwendekar hatin qetilkirin
Hate tomarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê de 19 hezar û 910 xwendekar hatine qetilkirin û 30 hezar û 97 xwendekar jî birîndar bûne. Her wiha di êrîşên Îsraîlê yên li Şerîaya Rojava de 148 xwendekar hatin qetilkirin û hezar û 42 kes birîndar bûn. 846 xwendekar jî hatine binçavkirin.
Hate ragihandin ku hejmara mamoste û rêveberên li Xezayê û Şerîaya Rojava hatine qetilkirin hezar û 37 û hejmara birîndaran jî 4 hezar û 740 e. Tenê li Şerîaya Rojava zêdetirî 228 mamoste hatin binçavkirin.