Li Idlibê bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin
Li bajarê Idlibê yê di bin kontrola Heyet Tahrîr el-Şam de, jin bi hinceta “namûsê” tên kuştin. Ev rewş ji sûcên şexsî zêdetir krîza civakî ya ku xwedî bingehên kevn e nîşan dide.

Idlib – Li bajarê Idlibê jin her diçe bûyerên kuştina jinan bi hinceta “namûsê” zêdetir dibe. Ji ber tunebûna parastina hiqûqî û berdewamiya paşvertûtiyên berê, kesên van sûcan dikin di bin perdeyên civakî de tên veşartin.
10’ê Cotmeha îsal, li Qada Hamame ya Idlibê du kesên bi navê Selsabel Aydo û Muhammed Halid Hac Hasan hatin kuştin. Ji aliyê xizmeke Selsabel ve piştî ku cihê wan hat bi tesbîtkirin hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên ajansa me, Selsabel Aydo hewl dida ji şîdeta hevjînê xwe û zexta malbatê bireve. Kesê ku wê kuşt xizmê wê yê nêz bû bi hinceta “namûsê” vê yekê kir. Vê bûyerê, rewşa li Sûriyeyê bi taybetî li Idlibê ku gefê li jinan dixwe nîşan da.
Çend rojê piştî wê Şima Zube ya ku bi zorê dihat zewicandin xwest bireve ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Van herdu bûyeran nîşan didin ku şîdeta li dijî jinan bi têgeha “namûsê” tê meşrûkirin û li dijî vê yekê parastina hiqûqî kêm e, zextên paşverûtî didomin û civakek bi pirsgirêk heye.
Şîdeta ku hesabê wê nayê pirsin
Selsabel Aydo ya 31 salî, beriya şeş salan ji Elmanyayê vegeriyabû, piştî demek dirêj jiyana bi îstîqrar xeyal kiribû lê mixabin jiyan bê rehm bû; her dem ji hevjînê xwe şîdeta fizîkî, derûnî û zextê dît. Bi daxwaza parastinê hewl da vegere ba malbata xwe lê malbatê berteka civaka paşverû ya ji bo hevberdanê wek “şerm” dît û bi wê tirsê piştgirî nedayê. Selsabel, di dawiyê de hewl da bê agahiya malbata xwe vegere lê li vê derê jî tu destekê nedît.
Demek kurt li ba xizmê xwe Muhammed Halid Hac Hasan ma, dixwest bigihîje mala meta xwe lê xizmê wê yê ku baweriya xwe pê anîbû, cihê Selsabel ji kurapên wê re got û di encamê de herdu hatin kuştin. Muhammed bi derbên kêran û şewitandinê, Selsabel jî bi guleyan hat qetilkirin.
Ev bûyer yek ji mînakên trajik ên bi navê “kuştinên namûsê” tê zanîn û ji aliyê rayedaran ve tu hesab nayê pirsîn e. Şîdeta Heyet Tahrîr el-Şam a li dijî jinan dema ku li cisîla wê ya şîdetê tê nêrîn, tê dîtin ku normên paşverû û civakî ji bo sûcdaran li hinek herêman meşrûiyetê çêdikin.
An mirin an jî zewaca bi darê zorê
Şima Zube ya 22 salî jî bi heman awayî dema ku ji zewaca bi zorê reviya bi hinceta “namûsê” hat kuştin. Şimaya ku malbatê xwest bi zorê bi kurapê wê yê 20 sal jê mezintir re wê bizewicîne, vê yekê nepejirandibû û xwestibû bixwîne û xeyala xwe ya xebatê pêk bîne. Li gorî agahiyan Şima xwestiye biçe Şamê xwe qeydê zanîngehê bike lê xizmên wê ji malbatê re cihê wê gotine û piştî sê rojan ketinye kemîna xizmek xwe yê nêz û hatiye kuştin.
Namûs ji bo şîdetê nikare bibe hincet
Di hinek civakan de jin, di bin şîdeta nava malbatê û di navbera zexta paşverûtiyan de dijîn. Jinên ku alîkariyê dixwazin, ji aliyê malbatan ve tên redkirin û rastî zextên civakî tên. Ji ber adet û paşverûtiyên civakê jinên ku bi zextê re rû bi rû tên nikarin serî li zagon an jî medyayê bidin. “Cînayetên namûsê” nebesiya civakan a parastina bi riya saziyan û zexta ku jin ji malbat û civakê dibînin nîşan didin.
Ev têgeh zêdetir ji bo meşrûkirina kuştin û şîdetê tê bikaranîn lê ji aliyekî ve nîşan didin ku civak nikare mafên jinan bigre bin temînatê û wina ji binpêkirinan biparêze. Ji bo edalet çêbige û jin ji binpêkirinan werin parastin; divê mekanizmaya hesabxwstinê hebe. An na dê ji ber kêmasiya hesabdayînê çanda bêceahiştinê bihêztir bibe û bi taybetî li herêmên pevçûnan an jî li qadên ku zexta adet û paşverûtiyan heye, jin her biçe zêdetir bê parastin bimînin.