Fermandar Bêrîtan li Til Temirê hat bibîr anîn

Îro, bi civînek girseyî Kongra Star salvegera 33’emîn a şehadeta fermandar û şoreşgera Kurd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) bi bîr anî.

Til Temir – Bi pêşengiya Kongra Star, jinan li hola Kinêr a bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê Kongra Star bi civînek girseyî Bêrîtan Hêvî di salvegera wê ya 33’an de bibîr anîn. Bêrîtan Hêvî a ku li dijî dagirkeriya Tirk û îxanetê li ber xwe da, di 25’ê Cotmehê de li çiyayên Xakûrkê dighêje asta şehadetê.

Civîna ku li hola Kinêr çêbû, bi dehan endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, Mala Jin, partiyên siyasî yên Kurdî û Aşûrî û hevserokên komînan amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin, peyama Şehîd Bêrîtan ji aliyê Rêvebera Kongra Star Sena El-Tamir ve bi zimanê Erebî, hat xwendin.

Çîroka Bêrîtan ji zarokên xwere vebêjin

Paşê Rêvebera Kongra Star Rojbîn Serêkaniyê li ser têkoşîna Bêrîtan û bandora wê ya li Rojhilata Navîn axivî. Rojbîn got ku îro divê malbat çîroka Bêrîtan ji zarokên xwere vebêjin. Pêwîste jin Bêrîtan ji xwe re bikin nasname û bizanibin çawa jiyan kir û çawa meşiya.

Xebat çiqas dikeve xizmeta Komara Demokratîk

Rojbîn di dewama axaftina xwe de got ku pêwîste ku her kes di nav têkoşînê de xwe lêpirsîn bike, ku her gava diavêjin çiqasî dikeve xizmeta Komara Demokratîk ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.

Têkoşînê mezin bikin

Rojbîn da xuyakirin ku pêwîste em xwe lêpirsîn bikin û xwe ber çavan re derbas bikin û asta xebata xwe ji herêmtiyê bighînin Rojhilata Navîn. Ji ber rêheval Bêrîtan her ji bo dîrokê şer kir. Ji lewra Bêrîtan azadî û xweşikbûn e.

Rojbîn da zanîn ku Bêrîtan Hêvî taca serê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Bêrîtan ji bo me kir, îro dor hatiye ku em jî ji bo wê bikin.

Rojbîn di dawiya axaftina xwe de got ku Bêrîtan bê mirin e û jina herî xweşik e û daxwaz li jinan kir ku Bêrîtan ji xwere bikin pîvana jiyanê.

Piştî axaftinê sînevizyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hat pêşandan.

Civîn bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.