“Zarokên me li girtîgehan li ber xwe didin, em ê jî li vir li ber xwe bidin”

Malbatên girtiyan di roja 220’an a çalakiya xwe de, careke din li ber Edliyeya Amedê li hev civiyan û wiha gotin: “Zarokên me li girtîgehan li ber xwe didin, em ê jî li vir li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e.”

Amed – Nobeta edaletê ya malbatan a ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin di roja xwe ya 220’an de didome.

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya Kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê jî piştgirî dan Nobeta Edaletê ya malbatan .

Zarokên me ji bo axa xwe, zimanê xwe û çanda xwe têdikoşîn

Yek ji xizmên girtiyan Reşahat Ada axivî û xwest ku bêhiqûqiya li dijî girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin xistine meriyetê bi dawî bibe. Reşahat Ada wiha got: “Zarokên me tişteke xerab nekiriye. Zarokên me ji bo axa xwe, zimanê xwe û çanda xwe têkoşiya ye. Ji ber vê yekê hatin girtin. Zarokên me li girtîgehan em jî dê li vir li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e. Bijî berxwedan.”

Nobeta Edaletê bi berzkirina dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.