Nobeta edaletê di roja 472’emîn de ye

Emîne Şenyaşar ji ber gotinên ku di nobeta edaletê de bikar anî bû li Edliyeya Pirsûsê îfade dide.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 472’emîn de ye.

Emîne Şenyaşar ji ber gotinên xwe yên di dema nobetê de bikaraniyê, bi hinceta ku “heqaret” li Yildiz ê AKP’î kiriye doz hatibû vekirin, ji ber li Edliyeya Pirsûsê îfade bide, nekarî îro beşdarî nobetê bibe. Ferît Şenyaşar, nobeta xwe li ser derenceyên Edliyeya Rihayê da destpêkirin.

Dayik tê darizandin”

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Ew dayikeke. Hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurekî wê ev 4 sal in bi awayekî neheq di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Kurekî wê jî li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Dayik îro li Edliyeya Pirsûsê weke bersûc tê darizandin. Mexdûr: Parlamenter Yildiz.”