Jinên ji Ranyayê: Hewce ye gel li dijî dagirkeriyê bisekinin
Jinên ji Ranyayê derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dan diyarkirin ku desthilata Başûrê Kurdistanê rê ji bo dewleta Tirk xweş dikin, ji ber wê divê gel xwe rêxistin bikin û li dijî dagirkeriyê bisekinin.
DÎVAN SÎHAD
Raperîn- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk her sal bi navê oparasyonek cûda dest bi êrîşê dagirkeriyê dike, armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Îsal di 17’ê Nîsanê de dewleta tirk êrîşî devera Şêladiz, Dêralok, Amediyê û Kurojaro kirin. Armanca herî mezin ya dewleta tirk dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û ji nû ve bidestxistina sînorên Misaq-i Mili ye. Jinên ji Ranyayê derbarê êrîşên dewleta Tirk de ji ajansa me re axivîn.
“Armanca dewleta tirk tunekirina gelê Kurd e”
Çalakvana mafê mirovan Tara Asos da diyarkirin ku ev çend sal e dewleta tirk dest bi êrîşên dagirkeriyê kirine û wiha got: “Armanca dewleta tirk ew e ku hemû kurdan ji holê rabike. Divê em hemû li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta tirk hişyar bin. Nîha bi aşkereyî herêmên me bombardûman dikin û hemwelatiyên me şehîd dixin. Divê em hemû bi awayek zelal helwestên xwe diyar bikin. Desthilat û hikumet derbarê vê dagirkeriyê de tiştek nake divê em bi xwe li hemberî hemû êrîşan bisekinin. Ew plangerî û dagirkeriya dewleta tirk jiyana hemû hemwelatiyan xistiye nava metirsiyê û ji ber êrîşên dewleta tirk ziyanek mezin gihaye rêz û baxçeyên hemwelatiyan. Ji ber wê divê hemû gelê kurd xwe birêxistin bikin û hişyar bin, bibin yek û îradeya xwe derbixin holê û li dijî vê pilangerî û dagirkeriya ku li ser Başûrê Kurdistanê heye bisekinin. Ji ber armanca dewleta tirk ji holê rakirina gelê kurd, ferheng, ziman û çanda kurdan e.”
“Êrîşên dewleta tirk cihê şermezarkirinê ye”
Ayşê Xidir a xelkê Ranyayê helwesta xwe ya li hemberî êrîşên dewleta tirk nîşan da û wiha got: “Ez weke hemwelatiyek ya Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk im. Di nava bajaran de hemwelatiyan bombebaran dikin û ez van hemû êrîşan şermezar dikim.”