Fiza Elî Nasire ya hewl da zaroka xwe rizgar bike jiyana xwe jidest da

Li gor agahiyên Dezgeha Paratina Şaristaniyê ya îdareya Soran ragihand, Fiza Elî Nasire ku di Robarê Çoman de hewl da zaroka xwe ya ketî robarê rizgar bike xeniqî.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Dezgeha Paratina Şaristaniyê ya îdareya Soran duh êvarî li ser agahiyek ya li Robarê Çoman bûyerek a xeniqînê heye tîmên Parastina Soran gihiştin cihê bûyerê û wiha tê gotin: “Cenazeyê qurbaniyê ji aliyê welatiyan ve hatibû derxistin. Jina xeniqî eslê xwe Erebe û bi navê Fiza Elî Nasire (43) ku nîştecihê Ranya bû. Bi mebesta geştyariyê bi kesukarên xwe re hatibû vê herêmê.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dema zaroka wê jinê dikeve nava Robarê Çoman, ji bo zaroka xwe rizgar bike xwe davêje nava robar. Lê nikare, di xeniqe û zarok jî rizgar dibe.

Dezgeha Paratina Şaristaniyê ya îdareya Soran ragihand ku ji serê salê heta niha 7 welatî li robarên li Soran xeniqîne.