Li Ezazê jinek ciwan a 17 salî hat revandin
Hêzên dewleta tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî li herêma Ezazê jinek ciwan a 17 salî revandin.
Navenda Nûçeyan – Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Ezazê ya herêma Efrînê keçeke 17 salî revandin. Hate hînbûn ku navê keça ku ji gundê tiltanê yê navçeya Ixterîn ya gundewarê bajara Ezazê hat revandin Merî Mistefa Temo ye.
Hat ragihandin ku çarenivîsa keça ku hat ragihandin ku ji aliyê koma paramîlîter a “Ehrar Şam” a girêdayî Tirkiyê ve bendeke kontrolê hat revandin ne diyar e û der barê cihê ku lê hatiye birin de jî agahî nay girtin.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan; Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wî, tenê li herêma Efrînê ji Cotmeha 2020 heta Îlona 2021'an 54 jin revandin, îşkence kirin û di zindanan de girtin û rastî muameleya xerab hiştin.