Rêxistinên jinan: Dewleta tirk li dijî jinan sûcên bi pergalî pêk tîne

Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê sûcên ku dewleta Tirk kirin, nameyeke gilîkirinê ji rayedarê NY Reem Alsalem re şandin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî sûcên ku Tirkiye û komên wê yên paramîlîter li herêmên dagirkirî li dijî jinan pêk anîne, nameyeke gilîkirinê ji Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Tundiya li ser Jinan Reem Alsalem re şand.

Rêxistinan di gilînameya xwe de dest nîşan kir ku Tirkiyê li gorî qanûnên navneteweyî tevnagere, ne girêdayî qedexekirina tundiya li dijî jinan e, derbarê van sûcan lêpirsînê nade destpêkirin û hesap ji sûcdaran naxwaze.

“Sûcên sîstematik heye”

Di gilînameyê de wiha hat gotin:

“Sûc û êrîşên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê, ji aliyê gelek desteyên NY`yê ve hatin nîqaşkirin. Li dijî jinan bi awayekî sîstematîk gelek cureyên sûcên tên kirin, ew sûc bi awayekî pêbawer têne belgekirin. Ji ber revandin û kiryarên tundiya cinsî yên din ku bi awayekî domdar ji aliyê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ve li dijî jinan li Girê Spî pêk tê, gelek malbat venagerin warên xwe. Rêxistinan li ser banga Reem Alsalem gilîname îmze kirin."

Reem Alsalem dê serdana Tirkiyê dike

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Tundiya li ser Jinan Reem Alsalem, di navbera 18 û 27`ê Tîrmeha 2022`an de serdana Tirkiyê bike. Ji bo amadekariya serdana Tirkiyê ya Reem Alsalem a fermî hat vexwendin, nivîsek bang ya vekirî weşand.