Xwendevanên zanîngehan qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin

Xwendevanê zanîngeha Tahran û zanîngeha El Zehra li dijî qetilkirina Jîna Emînî nerazîbûnên xwe diyar kirin.

Navenda Nûçeyan - Îro bi sedan xwendevanên zanîngeha Tahran û xwendevanên zanîngeha El Zehra nerazîbûna xwe ya li dijî qetilkirina Jîna Emînî diyarkirin û bi diruşmên ‘Xwendevan dimirin em zordestiyê qebûl nakin’, ‘Zehra zehra daxwaza xwîna Mehsa dike’, û ‘Ji diktatorê re mirin’ li dijî yasaya kuştina jinan û hikumeta dîktatora Îranê derketin.

Zanîngeh û xwendevan her yek ji wan xwedî rolek çarenûsa diyarkirin gel û avakirina şoreş û nerazîbûnane, tevgera xwendevanan hemû bi tundî li dijî sîtemkarî û serdestî û diktatoriyê sekinîn û daxwaza azadi û dadperweriyê kirin.

Her wiha ji bo pêkanîna hişyariya çîn û kesayetên cûda yên civakê, rolek sereke digrin. Di van salên dawî de berfirehbûna qenalên peywendîkirinê, asankariya peywendiyên di nava xwendevan, çîn û kesyatên din yên civakê de derfet ji bo tevgera xwendevanan raxist ber çavan ku bandora wan zêdetir li ser civakê hebe û bi awayek bandorker daxwazên xwe bînin ziman.