Kongra Star û Hîlala Zêrîn qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin
Li dijî qetilkirina Jîna Emînî Rêxistina Kongreya Star û Tevgera Hîlala Zêrîn ên herêma Efrînê daxuyanî li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dan.
Şehba – Di roja 13'ê Îlonê de Jîna Emînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin bi hinceta ku hicab baş li xwe nekiribû, wê girtin û piştî du saetan, ji ber lêdana polîsan ket komayê û bi ambûlansê wê rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê krîza mejî derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Der barê qetilkirin û tundiya ku li ser Jîna Emînî pêk hatiye li seranserî cîhanê gel bi taybetî jin herikîn qadan û nerazîbûnên xwe li hemberî tundiya li ser jinan nîşan dan. Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek qetilkirina Jîna Emîn şermezarkir.
Daxuyanî li navçeya Ehdasa kantona Şehbayê bi beşdarbûna endamên Tevgera Hîlala Zêrîn û Kongra Star hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Zîlan Sîdo ve hat xwendin.
“Ji kuştin û tundiyê re dibêjin na”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em kiryarên tundiya li ser jinan bi tu awayî qebûl nakin û bi hemû rê û rêbazan red dikin. Kiryareke kuştinê bi awayê herî hovane li dijî Jîna Emînî pêk hat. Ew jina ku bi çanda xwe tê naskirin, bi sûcdariya xweşikbûna wê xwestin wê biçewisînin. Di bin navê guneh û şerîatê de ku zîhniyeta desthiladariya sîstema molla ji bo xwe rast dibîne dixwaze jinan tune bike. Tenê ji ber ku hinek porê Jîna Rojhilatî xuya kir rastî êrîşek bêwijdan hat. Îro dixwazin bi hinceta guneh bedena jinan di şexsê jinan qir bikin da ku bi kuştin û koletiyê re rû bi rû bihêlin. Di heman demê de li Ermenistanê jî kiryarên li ser jinan didomin û di eynî demê de di bin navê şerîetê de tiliyên jinekê qut dikin û weke mafeke rewa ya kuştina wê li ser medyaya dîjîtal belav dikin. Van rêbazên kuştina jinan li seranserê cîhanê rûdidin, em weke tevgera jinan a temsîla Şoreşa Rojava, van bûyeran şermezar dikin. Ji bo hemû jinan em dengê xwe bilind dikin, ji kuştin û tundiyê re dibêjin na. Bi hêza jinan a Şoreşa Rojava ya ku ji çiyayên azad bi berxwedana YJA Star a hemberî hovîtiya sîstemên faşîzm bilind bû em ê bersiv bidin van êrîşan. Em jî li hemberî vê bi hemû hêza têkoşîna xwe, bi sonda tolhildanê ji hemû jinan re dibin temînata azadiyê."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.