“Em ê bi têkoşîn û xebatên xwe tecrîda Îmraliyê bi dawî bikin”
TAJÊ der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de bal kişand ser îşkenceya li Îmraliyê û teqez kir ku heya vê tecrîdê bê şikandin weke jinên Êzidî wê têkoşîna xwe xurtir bikin.
Şengal - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda ku bûye îşkence û teqez kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo neyê bi destxistin wê tu car tekoşîna xwe ranewestînin.
Daxuyanî li Sûka Kevin a Şengalê ji aliyê endama saziya ziman Nesrîn Sedun ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Wekî tê zanîn 24 sal in Rêber Apo li zindana Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Ev salek û nîv e jî tu agahî ji rêbertiyê nayê girtin. Bi destên dewleta tirk a dagirker û hevalbendên wê tecrîd her ku diçe girantir dibe. Îşkence û zextên li Îmraliyê tên meşandin kiryarên derveyê mirovahiyê ne. Pergala ku li Îmraliyê tê meşandin ne tenê tecrîd û zext e. Zindana Îmraliyê ji zindanbûyînê derketiye û bûye cihê îşkenceyê. Ruxmî wê tecrîd, zext û îşkenceya dewleta tirk û hevkarên wê 24 sal in Rêber Apo têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dimeşîne.
Ev berxwedana Rêber Apo belavî hemû cîhanê bûye. Îro li her 4 aliyên Kurdistanê û derveyê welat gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz, jin, ciwan, mirovên demokratîk, zanyar, parêzer û hiqûnas li 4 aliyên cîhanê azadiya Rêber Apo daxwaz dikin û ji bo azadiya wî têdikoşin. Êdî hemû mirov azadiya xwe hebûna xwe û riya jiyana azad di fikrên rêbertî de dibînin. Dewleta dagirker jî vî rastiyê baş dizane û ditirse ku pergal û desthilatdariya wan birûxe. Ji bo wê jî her ku diçe tecrîdê girantir dike, êrîşên dagikeriyê zêdetir dike lê belê îro bi berxwedana ku gel û gerîla dimeşîne tekoşîna azadiyê gihîştiye lûtkeyan.
“Bi saya firkên rêber Apo em ji fermanê xilas bûn”
Em jî wek civaka Êzidî û jinên Êzidî bi saya fikrên Rêber Apo ji fermanê xilas bûne û îro jî bi saya fikrên Rêber Apo ji fermanê xilas bûne û îro jî bi saya fikrên Rêber Apo em bûne xwedî îrade. Bi taybetî weke jinên Êzidî em azadiya xwe û azadiya hemû jinan di fikrên Rêbertî de dibînin. Rêber Apo ji bo azadiya jinan tekoşînek bêhempa meşand û derfeta jiyana azad ava kir. Em jî xwe perçeyek ji vê tekoşînê dibînin û xwe li ser fikrên Rêber Apo bi rêxistin dikin. Ji bo wê em dibêjin heya dawiyê xwedî li fikrên wî derdikevin, ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî heya dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bang li hemû jinan dikin û dibêjin weke jin pêwîst e em ji her kesê bêhtir xwedî li Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Dîsa em bang li hemû mirovên xwedî wijdan û kesên azadîxwaz dikin ku li hemberî vê dagirkerî û tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng nemînin. Herî dawî em dibêjn planên dewleta faşîst AKP-MHP’ê û hewkarên wê dê vala derbikevin û em ê bi tekoşîn û xebatên xwe dîwarê Îmraliyê hilweşînin.”