Ji 18 rêxistinan ji bo Şilêr Resûlî û Jîna Emînî daxuyaniya hevpar

18 rêxistinan der bar Jîna Emînî ya ku li Tahranê ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hat qetilkirin û Şilêr Resûlî ya ji bo xwe li hemberî hewldana destavêtinê ya hevkarê rejîma Îranê biparêze, xwe avêt û jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek hevpar dan.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê cînayetên jinan ji aliyê rejîmê ve bi awayekî pergalî tên pêkanîn. 18 rêxistinên çep û demokrat ji bo Şilêr Resûlî ya ji bo xwe li hemberî hewldana destavêtinê ya hevkarê rejîma Îranê biparêze xwe ji balkona mala xwe avêt û jiyana xwe ji dest da û Mehsa (Jîna) Emînî ya li Tahranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, daxuyaniyek hevpar dan.

18 rêxistinan di daxuyaniya xwe ya hevpar de sersaxî ji malbatên kesên di xwepêşandanên qetilkirina Jîna Emînî de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwestin.

“Em li cem jinan in”

Di daxuyaniya 18 saziyên çep û demokratîk de ev heman derketin pêş:

“Di nav bûyerên trajîk ên van rojan de, hin nûçe cihek berfireh girt. Şîler Resûlî ya ku li Merîwanê ji destdirêjiya zayendî ya mêrêkî reviya, xwe ji qata duyemîn a avahiyê avêt û jiyana xwe ji dest da. Malbatên mehkûmên darvekirinê 7 roj in li ber avahiya dadweriyê ya Tehran û Kerecê darvekirina xizmên xwe protesto kirin û rastî êrîşa hovane ya hêzên tepeserker ên rejîmê hatin. Li Îranê 37 rêxistinên serbixwe yên teqawît, karker, jin û çalakvanên sivîl bi daxuyaniyekê piştgirî dan van mîtîngan û daxwaza rakirina cezayê darvekirinê kirin. Di dawiyê de di qeydên hikûmetê de rûpeleke din a reş li dijî çalakvanên civakî û jinên têkoşer hat zêdekirin. Vê carê jî Jina Emînî ya 22 salî ya xelkê Seqizê ku li Tahranê ji aliyê erkdarên “Gestht Erşed” ve hatibû girtin û ketibû komayê, hat qetilkirin. Gel dirûşmên; “Ji Kurdistanê heta Tahranê ji kujeran re mirin” qiriyan.

Em weke saziyên çep û demokratîk êrîşên zayendî û cezayê darvekirinê şermezar dikin, piştgiriyê didin malbata Şilêr Resûlî, jin û gelê Merîwanê, malbatên mehkûmên darvekirinê û li cem van in. Em piştgiriya xwe ya ji bo îlankirina greva giştî ya li hemû herêman radigihînin.”

“Em ê têkoşîna xwe bidomînin”

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku bi taybetî civaka Îranê demildest, dawî li kiryarên ku rêzê li mirovahiyê nagirin bîne û civaka navneteweyî jî van kiryarên dijmirovahî nas bike û bibîne. Herî dawi jî bi van gotinan hat diyarkirin ku dê berdewamên têkoşîna xwe bin: “Em wek îmzekar ji bo rakirina cezayê darvekirinê ya li Îranê dest ji tu hewldanan bernadin û em ê daxwazên malbatên kuştî û mehkûmên darvekirinê di asta navneteweyî de riya herî berfireh ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin.”