Save the Children: Zarokên penaber rastî tundî û êrişa zayendî tên
Save the Children, di rapora xwe ya ku bi hevpeydîtina zarokên penaber amade kiriye de ragihand ku zarok rastî derp, êrişa zayendî û kedxwariyê tên.
Navenda Nûçeyan – Save The Children der barê zarokên penaber de raporek weşand. Rapora ku bi sernavê "Zarokên penaber ên li ser rêya Balkanan her roj rastî tundî û êrişa zayendî tên" radigihinê ku zarokên penaber rastî lêdan, êrişa zayendî û kedxwariye tên. Rêxistinê balkişand ku “polîtîkaya pêxilandin û tecrîdkirinê” ya Yekîtiya Ewropayê ye dibe sedem ku zarok ji aliyê polîs, qaçaxçiyên mirovan û biyaniyên din ve rastî nêzîkatiyên dijmirovî bên.
Sêyeka koçberan ji zarokan pêk tê
Nêzîkî ji sê paran yek ê hemû penaber û koçberên ber bi Ewropayê ve diçin zarok in. Beşeke girîng a zarokan yên ku bi rêya Balkanan li ser welatên wekî Yewnanîstan, Bulgarîstan, Sirbîstan û Bosna Hersekê derbas dibin û diçin Ewropayê pêktîne. Tê diyarkirin ku tenê di sala 2015’an de nêzî nîv milyon penaber û koçber ji welatên li ser rêya Balkanan derbas bûne.
Rastî tundiyê tên
Rapor li ser hevpeyivînên berfireh ên bi 48 zarokên di navbera temêna 13-19 salî ku bi navgîniya 4 salan li Sirbîstan û Bosna-Hersekê bêyî qeydkirî dijîn, hatiye amadekirin. Li gorî vê yekê, tundiya herî zêde ya ku ji aliyê zarokan ve tê ragihandin, tundiya fizîkî ya muhafizên sînor e. Zarokên penaber vegotin ku ew tazî kirine, di sermayê de hiştine, bi şokên elektrîkê û daran hatine derpkirin û di encamê de birînên fizikî cidî yên wekî hestiyên şikestî an jî rêşahiyên laşî yên cidî re rû bi rû mane.
Piraniya zarokan gotin ji aliyê qaçaxçiyan ve rastî tundiyê hatine û ji sê paran duyê wan jî gotin ku şahidiya êrişa zayendî ya li dijî zarokekî li derdorê xwe kirine. Her wiha zarok dibêjin ku qaçaxçiyên mirovan gotine ku ew ê di berdêla xizmeta zayendî de pere, parastin an jî ji sînor 'bê pere' derbasbûnê bertîl bidin zarokan. Rapor ragihinê ku bi taybetî zarokên penaber ên bêkes di bin metirsiya rûbirûbûna tundiyê de ne.
“Neçar in bi tundiyê re bijîn”
Di raporê de wiha hat gotin:
"Gelek ji zarokan neçar in ku li qadên vekirî razên an jî li avahiyên wêranbûyî bi mezinên nenas re di bin xetereya domdar a tundiya fizîkî an jî êrişa zayendî rû bi rû mayîne bijîn..
Bi taybetî jî li gorî zarokên keç, di zarokên kur ên bi rêjeyeke hin zêde bêkes seyahat dikin, metirsiya ku bibin mexdûrên tundiya zayendî zêdetir e..
Gelek zarok û ciwan hewl didin bi tiştên jiyan re bikaranîna alkol û madeya hişbir ser bixin. Her wiha di nava van ciwanan de jî gelek bûyerên xwe zirar dayîn û hewl dana xwekuştinê te jiyîn.”
Rêxistin, dest nîşan kir ku divê demildest YE û hikûmetan gav bavêjin û da zanîn ku pêwîste rêyên koçberiyê yên ewle û yasayî ji zarokên penaber re bên peydakirin.