Dayikên Şemiyê banga piştgiriyê kirin
Dayikên Şemiyê der barê danişîna doza ku derbarê wan de hatiye vekirin bang kirin û wiha gotin: “Ev doz; ne tenê doza Dayikên Şemiyê dozeke ku mafê kombûnê yê aştiyane yê civakê hedef digire ye.”
Navenda Nûçeyan – Doza der barê 46 kesên ku xizmên windayan jî di nav de yên dema berteka polîsan a li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn de hatibûn derp kirin, dê sibê li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê berdewam bike.
Dayikên Şemiyê li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî dan û banga tev li bûna danişînê kirin. Daxuyaniya ku hat gotin, “Hemû serlêdan û giliyên me kirin bêencam man. Ev jî tê re nekirin derbarê me 46 kesan de ‘li dijî derketina qanûna civîn û xwepêşandanê’, hate bi bîr xistin ku sibê danişîna 5’emîn were dîtin.
“Mafê kombûnê tê hedef girtin”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Ev doz; ne tenê doza Dayikên Şemiyê dozeke ku mafê kombûnê yê aştiyane yê civakê hedef digire ye. Em ê bi gotina ‘bikaranîna mafekî qanûnî ne sûc e’ li Edliyeya Çaglayanê bin. Em li benda we ne jî ku ji dengê me re bibin deng.”