Xwendevanên jin ên Efganî dixwazin vegerin dibistanên xwe

Li Efganistanê zarokên ku çenteyên xwe amade kirin û derketin rê, ji ber deriyên dibistanan hatin vegerandin. Xwendekarên jin tiştên ku jiyane, ji ajansa me re vegotin.

BAHARÛN LEHIB

Kabîl -  Jinên ciwan û zarokên keç ên Efganî dixwazin vegerin dibistanên xwe. Piştî ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, hewldanên ‘di warê mafên jinan de nîşandana helwesta nerm’, piştî qedexekirina dibistanan bû sedem ku rûyê wî yê rast hîn bêtir derkeve holê. 

Hinceta bingehîn a Talîbanê ya zarokên keç ên ji refa 6’êmîn şûnde negirtina dibistanan ‘nûkirina mufredata perwerde û cil û bergên dibistanan li gor derfetên guncav dirustkirin’ e. Jinên ciwan ên li welat destnîşan dikin ku ew dixwazin vegerin dibistanên xwe. Weke ajans me ji xwendekarên Kabîlê pirs kir û nêrînên wan girt.

 “Min bi kelecanî çenteyê xwe amade kir”

Nazî Anwarî ya xwendekara refa 10’an a dibistana amadeyî ya Kabîlê ye dibêje ku ew bi kelecaneke mezin li benda sala nû ya perwerdeyê bûne lê rastî xemgîniyê hatine. Nazî Anwarî wiha dibêje: “Beriya ku sala perwerdeyê dest pê bike Talîbanê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji refa 1 heya 12 zarokên keç dê xwedî mafên perwerdeya bingehîn bin. Her çiqas li hemberî me nêzîkatiyek baş raber nekiribin jî min bi kelecan û kêfxweşiyek mezin cilên xwe yên nû yên dibistanê sitend, min çenteyê xwe amade kir û ez çûm dibistanê. Talîbanê destûr neda ku em derbasî dibistanê jî bibin. Me sedema vê yekê pirs kir û tenê ji me re gotin ku divê hûn li bendê bin.” Nazî Anwarî destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a Talîbanê mêzekirina wî ya li hemberî jinan e wiha got: “Li gorî fikrên min ev yek pirsgirêkek mezin e ku tiştên li hemberî me jinan tên pêkanîn, ji aliyê cîhanê ve nayên dîtin.”

Xewna vegera dibistanê û avakirina welat

Nazî Anwarî destnîşan dike ku ev rewş wê heya dawiyê wisa berdewam neke û wiha dibêje:

“Divê zarokên keç ên Efganî coşa xwe winda nekin. Divê em her dem bi coş û ji xwe bawer bin. Divê neyê jibîrkirin ku ev rewş heya dawiyê wiha berdewam nake. Em ê vegerin dibistanên xwe û wê roj bê em ê bibin afirîner, çêkerên pêşeroja welatê xwe. Ger deriyên dibistanan ji bo zarokên keç neyên vekirin wê demê felaket li ber derî ye. Ez wisa difikirim ku ger dibistan neyên vekirin dê darbe ji hezar xwekujiyê zêdetir be, ji ber ku welatekê ji kîjan alî ve derbe bixwe ew dikare were dirustkirin lê ger di warê perwerdeyê de derbeyê bixwe ev yek nayê dirustkirin. Perwerde mafeke jêneveger a her jin û mêrî ye.”

Hudaydah Thamer: Dibistan malên me yên duyemîn e

Hudaydah Thamer a xwendevanekê din a Kabîlê ye wiha dibêje: “Min bi riya çapemeniyê bihîst ku wê dibistnan vebibe. Ya rast ez roja destpêkê neçûm dibistanê. Piştre min ji hevalên xwe bihîst ku endamên Talîbanê li hemberî wan heqaretê kirine, wan biçûk xistine û wan ji dibistanan qewirandine. Dibistan mala me ya duyemîn e divê ev wisa bê fêmkirin.”

 “Pirsgirêk ne bi jinan re ye, di hişê Talîbanê de ye”

Hudaydeh Thamer destnîşan kir ku ji bo ew perwerdeya xwe ya bingehîn a dibistanê xilas bike tenê saleke wê maye û bi gotinên; “Pirsgirêk ne bi jinan re ye, an jî ne bi xwendekaran re ye. Pirsgirêk di hiş, feraset û aqilê Talîbanê de ye. Tenê salek ma ku ez dibistanê bi dawî bikim û ev ji bo min bi rastî jî zehmet û bi êş e. Ez dixwazim pêşeroja me zanibim lê tê xwestin ku em di nav nediyariyê de mezin bibin. Talîban carek ket û ger wiha biçe dê hikumeta wî careke din jî biçe” bal dikşîne ku dîrok bi azmûnan dagirtî ye.