Jin li bajarê Heratê yê Afganistanê li hev civiyan
Jinên Heratê bi ser navê “Civîna Şêwirmendî û Ahengiya Jinan a Heratê” hatin gel hev û pirsgirêkên xwe nîqaş kirin.
Navenda Nûçeyan- Li bajarê Heratê ya Afganistanê jin ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên xwe li hev civiyan. Jinên ku bi ser navê "Civîna Şêwirmendî û Ahengiya Jinan a Heratê" hatin cem hev, bi taybetî jî mijara negirtina zarokên keç ya dibistanê niqaş kirin.
Destpêka hêmanên rojeva sereke ya civîna ku li Heratê di hotêlekî de hat lidarxistin, pirsgirêka negirtina dibistanê ya zarokên keç yên pola 6’emîn û jor tir û venekirina dibistanan bû. Beşek ji beşdaran bi lixwekirina kincên wekî unîformayên dibistanê biryara Talîbanê protesto kirin.
Hevgirtina jinên Heratê
Yek ji amadekarên vê civînê Fereshteh Yaghoubi jî ragihand ku, berpirsên dezgehên perwerde, zanîst û çand, kar û karûbarên civakî yên li bajêr xebat dimeşînin jî bo civînê hatibûn vexwendin lê beşdar nebûn û wiha got: “Bernameya îro di heman demê de hevgirtina jinên Heratê, daxwaz kirina jinan ya mafên xwe û berdewamiya dozên xwe, armanc dike.”
Mamosta Lîna Hayderî bi bîr xist ku tevî vekirina dibistanan hîna jî zarokên keç ji bo dibistanê nayên qebûlkirin û bang kir ku demildest zarokên keç li dibistanan bên qebûlkirin.
Ji jinan îmze
Jinan piştî nîqaşên di civînê de hatin kirin, nivîsa bi navê “Perwerde mafê jinan ya mirovî ye” ku pêşkêşî rêveberên Heratî bikin, îmze kirin.