"Heta niha jî hevdîtinên bi Rêber Apo re di xewnê de dibînim"
Hedle Xelîl Mihemed ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran dîtiye çend bîrnaînên xwe ên wê demê bi me re par kir.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Weke her demê dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyê bûye jî giringiyek mezin daye perwerdê. Piraniya welatiyên herêmê di perwerdê re derbasbûne û li ser wî hîmî xwe rêxistin kirine. Di wê navberê de bi hezaran malbat ji bo hevdîtinê serdana qada ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine û ew hevdîtin ji bo xwe kirine perwerda jiyanê. Hedle Xelîl Mihemed ji gundê Qeremox ê Rojhilatê Kobanê jî yek ji wan jinên wê demê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran çûye Şamê. Hedle Mihemed çend bîranînên xwe yên wê demê bi me re par kie.
"Min jê re gelek tişt çêkirin"
Hedle Mihemed di destpêkê de wiha behsa hevdîtina xwe kir: "Min Rêber Apo piştî salên 90`î gelek caran li bajarê Şamê dît. Hevdîtin gelek cuda bûn ku heta niha jî li ber çavên min in, ez di xewnên xwe de jî dibînin. Em ji malbatên cangoriyan bûn, ji ber vê Rêber Apo daxwaza dîtina me dikir. Beriya em biçin agahî dan min, ji bo vê jî min bi destên xwe 150 gore ji bo şervanên azadiyê û ji bo Rêber Apo jî 2 gore û cakêtek ji rîs çêkir. Dema ku em çûn û pê re civiyan jî min tiştên ku jê re çêkiribûn danê. Ew gelek kêfxweş bû, dema dikeniya jî çavên wî dihatin girtin. Serok bi milê çakêt girt û got ez ê deh salan li xwe bikim. Min jê re got wê heta deh salan biqete, wî jî min re got te bi destên xwe çêkiriye ez zû bi zû navêjim, ez ê pîne bikim û li xwe bikim."
Hedle Mihemed diyalogên ku di bîra wê de mane wiha anîn ziman: "Rêber Apo ji me pirsî ku ji bo vî welatî em dixwazin çi bikin. Me jî got em naxwazin sozên mezin bidin, dema ku me kir wê diyar bibe. Em tenê dixwazin ji bo Kurdistanê mirovên bi sûd bin. Herî zêde min meraqa mijara jinan dikir. Me qet nedît û nebihîst ku kesî behsa azadî û koletiya jinan kiribe, tenê Rêber Apo li ser vê mijar diaxivî. Ji lewre min dixwest ez vê mijarê ji Rêber Apo guhdar bikim û nirxandinên wî fam bikim. Me li dahurandinên wî guhdar dikir û me pirtûk jî dixwendin lê dema mirov bi çavên xwe bibîne gelek cuda ye."
"Gelê Kurd her tim bi komployan re rû bi rû ye"
Hedle Mihemed di domandina axaftina xwe de êrîşên li ser gelê Kurd nirxand û got: "Derketina Rêber Apo ji Sûriyeyê ji bo me bû, Rêbertî nexwest ziyan bigihîje me. Ew roj ji bo me ferman û qirkirin bû. Hestên ku me wê rojê jiyan, nayên ziman. Em baş jî dizanin ku ev komplo ne tenê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat, tevahî hêzên navneteweyî jî hevkar in. Ew komplo di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd e. Ji sala 1998`an ve hêzên komploger bi tevahî rê û rêbazan hewl didin Kurdan qir bikin û projeya Rêber Apo pûç bikin. Rêber Apo bi bihaneya terorê hat girtin lê ev komkujiyên ku li ser gel, jin û zarokan çêdibin di bin kîjan navî de ne gelo. Çima tu dewlet pirs û lêkolînan nake ka ev mafê gelê Kurd kanî. Ev zincîra komplo û qirkirinên li ser Kurdan ji dîrokê ve dest pê kirine û di vê serdemê de di kesayeta Rêber Apo de berdewam dikin."
"Wê bîrdoziya Rêber Apo heta hezar salan bijî"
Hedle Xelîl Mihemed herî dawî di çarçoveya 4`ê Nîsanê de wiha got: "Êrîşeke topyekûn li ser gelê Kurd tê meşandin lê ev hêz hîn fêr nebûne ku em nayên qirkirin. Ew di aliyekî de komkujiyan çêdikin, em di aliyekî de şîn dibin. Kurd di xwezaya xwe de qehreman, berxwedêr û şerker in, niha jî bi bi fikir û ramanên Rêber Apo hatine perwerdekirin, vîn û hêza Kurdan xurtir bûye. Bîrdoziya Rêber Apo weke deryayeke bêbinî ye, ji bo vê wê ev felsefe heta hezaran salên din jî zindî be û nifşên din jî li ser mezin bibin. Em dikarin li ser gotin û perspektîfeke Rêber Apo sed salan bijîn. Ji bo vê em bi wesîleya rojbûna Rêber Apo vê sozê nû dikin, em ê her tim li ser piyan bin, Rêberê xwe û Kurdistanê jî azad bikin."