Li gel hemû astengiyan welatiyên li Amarayê gihan hev 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Girseya ku li Xelfetiyê kom bûn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe” rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Riha - Beriya 4’ê Nîsanê gundê Amarayê hat dorpêç kirin û girseya ku ji bo pîrozbahiyê bi rêket li Xelfetiyê hatin rawestandin. Her wiha gelek noqteyên lêgerînê di ketina navçeya Xelfetiyê de hatin bi cihkirin û li derdorê jî leşkerên nîşangir hatin bicîhkirin. Li gel van hemû astengiyan jî girseya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TUHAD-FED'ê, ji bo pîrozbahiya 4'ê Nîsanê berê xwe dan gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê gihan gund û pîrozbahî kirin.

Welatiyên ku ji Amed, Botan, Êlih, Riha û gelek bajarên din hatî li Xelfetiyê kom bûn, li dijî astengiyan dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” , “Cîhana bê Ocalan em ê xirabikin”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin. Gengeşiya di navbera polîs û girseyê de demek dirêj dom kir. Hevserokê Giştî ya KCD'ê Berdan Ozturk li Xelfetiyê xitabî girseyê kir.

Piştî daxuyaniyê bername bi dirûşme “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.