“Emê çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de qebûl nakin”

Rêveberiya Xweser ya Şengalê têkildarî dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin daxuyanî da û got: “Em diwarê ku di nava Şengal û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin şermezar dikin û em wê tucaran qebul nekin.”

Şengal - Hukumeta Iraqê ev demeke ji bo dorpêçkirina Şengalê di nava tevgerê de ne, herî dawî dest bi lêkirina dîwar kirine. Li beramberî van pilanan Civaka Êzidî û tevahî pêkhateyên herêmê nerazîbunên xwe anîn ziman. Li ser mijarê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxwiyaniyek da. Daxwiyaniya li baxçeyê Rêber Abdulah Ocalan bi beşdarbuna endamên tevahî sazî û dezgehên civaka Êzidî hat dayîn ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratik Xezal Reşo ve hate xwedin Di  daxwiyaniyê de Rêveberiya Xweser Rojbun Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir û wiha gotin: “em 4’ê Nîsanê li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Bi pêş dîtina Rêber Apo gerilayên azadiyê berê xwe dan çiyayê Şengalê û bi saya şervanên azadiyê civaka Êzidî û pêkhateyên din ên herêmê ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an rizgar kirin.”

Di daxwiyaniyê de bal hat kişandina li ser fermanan 3’ê Tebaxa 2014’ dan û wiha domand: “Civaka Êzidî bi hezaran sale ru bi ru yê gelek fermanan  hatiye. Ya herî zêde bû sedema van fermanan û fermana li ser me pêk anîne jî osmanî û hevkarên wan bûn. Piştî hatina PKK û gerillayên Kurdistan a ji bo Şengalê û li beramberî hêzên tarî û reş yên DAIŞ’ê şer kirin, di nava Rojava û Şengalê de sinorê ku niha artêşa Iraqê bi betonan digire, PKK’ê bi şervanên xwe re di vî sînorî de korîdora mirovî vekir û bi hezaran Êzidî û pêkhateyên din bi vî awayî di vî sînorî de rizgar bun.”

Di berdewamiya daxwiyaniyê de bivan gotinan qala rêxistin û yekbuna pêkhateyên Şengalê hate kirin: “ Weke Şengal me piştî fermanê Rêber Apo naskir. Dema me fikrê wî naskir Şengal û gelên têde dijî veguhrîn. Yêdî Şengal ne Şengala berî fermanê ye me xwe avakir em weke civaka Êzidî û tevahî Pêkhateyên din yên li Şengal dijî em bi azad û awayek demokratik bi hev re dijîn. Ger niha em bi vî awayî dijîn divê em tavahî pêkhateyên li ser vê axê dijîn bizanin ku ev bi daya fikrên Rêber Abdulah Ocalan û PKK’ê ye, ji bo wê em deyîndarên wanin. Em weke Rêveberiya Xweser ya Şengalê diwarê dinava Şengal û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin şermezar dikin û em wê tucaran qebul nekin. Ji ber ev diwar çun û hatina her du aliyan qut dike. bitaybet weke civaka Êzdî û tevahî pêkhateyên Şengalê ger ku êrişek li ser me çêbibe ew rê rêya me ya rizgariya ji êrişane.”

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxwiyaniya xwe de bi van hevokan baga piştevaniyê kirin: “Em bang li cihên pêwendîdare dikin da ku bi awayekî mudexeleya vê yekê bikin, ji bo ku ev danîna dîwar bê rawestandin her wiha ev neheqiya li ser pêkhateyên Şengalê bê sekinandin.”