Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê: 4’Nîsanê xelasiya mirovahiyê ji bindestiyê ye

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez kirin ku 4’ê nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan roja xelasiya gelan ji bindestiyê ye û gotin: “Bi fikira Rêber Apo riya me ronî bû.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîrokek nû ye û felsefeya avakirina mirovê azad e. Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Ocalan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb û Ermen axivîn.

Losîn Qesebiya ku ji pêkhateyên Ermen e 4’ê Nîsanê pîroz kir û got: “Bi hatina vê roja pîroz ez hemû pêkhateyan pîroz dikim. Ev roj li gel her pêkhateyek xwedî wateyek mezin e. Ji ber hatina rêbertî li ser rûyê erdê xelasiya mirovahiyê ji bindestî, koletî û neheqiyê ye. Rêber Ocalan ji bo yek pêkhate kar û xebat nekir ji bo azadiya her ferdek di hundirê civakê de têkoşiya û heya niha jî di zinadanê de li ber xwe dide. Îro jin ji her pêkhateyan bi saya fikir û felsefeya Ocalan zincîrên koletiyê şikandin. Çawa ku Rêber Apo azadî da jinan îro jin ji bo azadiya wî têdikoşin.”

“Felsefeya Ocalan jinan ji zincîrên koletiyê xelas kir”

Lemîs Mihemed da zanîn ku pêkhateyên Ereb bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji zilim û desthildariyê xelas bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe:” Kevneşopiyên civakî bi taybet jinên Ereb dabûn fetsandin. Jina Ereb nikarîbû nerînek xwe bida. Lê bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Ocalan gevên dîrokî hatin avêtin, jina ereb ji bo azadiya hemû jinan di hemû qadan de cih girt û bi taybet qada leşkerî, siyasî. Bi naskirina felsefeya Rêber Ocalan azadiya fikir û ya nerînê hat pêşxistin. Em wekî jinên Ereb 4’ê Nîsanê ji bo xwe wekî roja vejîn, hebûn û azadiyê dibînin.”

“4’Nîsanê roja avakirina cesareta di dilê her jinê de ye”

Nisrîn Mehmûd Ibrahîm da zanîn ku 4 Nîsanê ji bo jinên Kurd roja avakirina cesareta di dilê jinên Kurd de ye û wiha axaftina xwe domand: “Rêbertiya me bi fikir û felsefeya xwe ya azad vîn, îrade û cesaret di dilê her jinê de da avakirin. Em deyndarên ramanên wî ne. Bi riya ramanên Rêberê me me xwe, çand, dîroka xwe nas kir. Ji bo wê ev roj ji bo hemû jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke dîrokî  ye. Ji ber serokê me fikir û nerînên girêdayî yekitî û hezkirina gelan pêşkêş kir. Rêberê me bi hemû vîn û îsrar berxwedana xwe didomîne. Ev vîn ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniyek têkoşînê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda li dijî rêbertiyê dixwaze vîn û îsrara me ya têkoşînê têk bibe lê em gelekî bi rêxistinkirî ne em ê heya dawî jî li pey fikir û ramanên serokê xwe bin. Pêwîst e jin li ku derê bin rabin ser piyan û banga azadiya Rêber Ocalan bikin. Çawa banga azadiya jinan kir û hişt jin li ser lingên xwe li hember zîhniyeta mêr a serdest bisekinin îro pêwîst e jin xwe bi rêxistin bikin û li pey doza Rêbertî bin.”