Xizmên girtiyan: Ew çiqas bi israr dengê me nabihîzin jî em ê ewqas bi israr li vir bin

Xizmên girtiyan ên ku dixwazin girtiyên nexweş ên înfaza wan hatine şewitandin û rewşa wan giran e bên berdan, ji nobeta edaletê bang li rayedaran kirin.

Amed- Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Amedê dabû destpêkirin, didome.

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya Kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan Nobeta Edaletê .

“Heta girtiyên me neyên berdan em ê daxwazên xwe israr bikin”

Di çalakiyê de keça girtî Abdûllah Kirtay Herdem Merwanî axivî. Merwanî diyar kir ku girtîyên nexweş nayên dermankirin û heta daxwazên wan nayên cih wê çalakiya xwe bidomînin. Herdem Merwanî, bi lêv kir ku di girtîgehan de hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin û ev tişt anîn ziman: "Em li vir nabêjin ku tenê ATK sûcdar e, Wezirê Edaletê, rayedarên dewletê û partiyên siyasî ku dengê me nabihîzin jî hevkarê vî sûcî ne. Ji ber wê em li vir bang dikin dibejin bila daxwazên me demildest bên cih. Ew çiqas bi israr dengê me nabihîzin jî em ê ewqas bi israr li vir bin û heta girtiyên me neyên berdan em ê daxwazên xwe israr bikin."

Çalakiya malbatan bi dirûşmayên, "Bijî berxwedana zindanan û heq hiqûq edalet" bi dawî bû.