Ji Rîna Amirî banga ji bo parastina jin û kêmnetewên li Afganistanê
Nûnera mafên mirovan û jinan li Afganîstanê Rîna Amirî, li welat ji bo parastina jin û kêmneteweyan bang kir.
Navenda Nûçeyan - Nûnera DYE’ê ya mafên mirovan û jinan a li Afganistanê Rîna Amirî, bang ji Komîserê Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet kir ku bal bikşîne li ser rewşa jinên Afganî û kêmnetewan.
Rîna Amirî duh li ser hesabê xwe yê medyayê parve kir ku li ser mijarê li Cenevreyê bi Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin pêk anî.
Ji Michelle Bachelet xwest ku li Afganîstan, Parêzgeha Panjşîr û deverên din yên hatine hedefkirin li ser rewşa jin û keçan, Hazaranê, Hindusên û Sihlêran biaxive, bisekine û bikeve tevgerê.
Li gorî Rîna Amirî, tenê di 20 salên dawî de li Afganîstanê herî kêm 250 êrîş li dijî Hazaran hatiye kirin. Nûner diyar dike ku nûnerên Hazara jê xwestine ku ji bı tundiyê kêm bike û pêşî li êrîşên pêşerojê bigire zextê li Talîbanê bike.