Parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Salîha Aydenîz dê sibê dîtin

Parlamenterên Endamên Komîsyona Tevlihev ku ji endamên Komîsyona Edalet û Makeqanûnê pêk tên, ji bo parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Salîha Aydenîz bê rakirin, dê sibê bivin.

Enqere - Serokatiya Komîsyona Tevlihev ku ji endamên Komîsyona Edalet û Makeqanûnê ya Meclîsê pêk tê, roja Pêncşemê (sibê) saet di 11’an de kom bibe. Serokatiyê, ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên xwe gazî civînê kir.

Di civînê de ji ber fezlekeya bi hinceta di çalakiya Kadikoya Stenbolê de “kulmek li polîs xistiye” derbarê Saliha Aydenîz de hatiye amadekirin wê parêzbendiya wê were nîqaşkirin. Hate hînbûn ku 5 fezlekeyên ji dem û çalakiyên cuda yên derbarê Aydenîz de hatine amadekirin kirine yek. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve hedef hatibû nîşandan.