“Ji bo parastina mêrên kujer her cûre rêbaz tê bikar anîn”

Jinên ku li hemberî daxistina “tehrîkkirina nerewa” ê ji bo kiryar Cemal Metîn Avcî hat dayîn bertek nîşan dan, bal lê kişandin ku ji bo parastina mêrên kujer her cûre rêbaz tê bikar anîn û gotin ev biryar ne hiqûqî ye, lê “polîtîk” e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Bertekên jinan ê li hemberî daxistina cezayê kûjer Cemal Metîn Avci yê Pinar Gültekîn qetil kiribû û biryara beraatê ya derbarê malbata wî hat dayîn, bi bilinbûnê berdewam dike. Jinên Amedê cezayê ku li kiryar Cemal Metîn Avcî hat dayîn bi van gotinan nirxandin,“Bi vê biryarê me careke din dît ku cînayetên jinan polîtîk e.”

“Ger em nebin yek, dê êrîşên heyî bidome”

Endama Komeleya Jinan a Rosayê Mukaddes Alataş, diyar kir ku ev cezayê hat dayîn wijdana raya giştî birîn kir û da zanîn ku bi vê biryarê re bêbaweriya jinan a li hemberî hiqûqê heye zêde bû. Mukaddes Alataş anî ziman ku di cezayê ji mêrê ku jinek bi awayekî hovane qetil kir hat dayîn de daxistin hat bîkaranîn û diyar kir ku ev biryara daxistinê gotina "cînayetên jinan polîtîk e” carek din şênber kiriye. Mukaddes Alataş axaftina xwe bi van gotinan domand: “Hemû cînayetên jinan polîtîk e. Li pişt cinayetên jinan sazûmana pergala baviksalarî û rêxistinbûyîn heye. Ger em jin vê pergalê lêpirsin nekin, ger em jin li dijî vê pergalê yekbûna hêz nekin dê êrîşên heyî bidome. Ev biryar ne tenê wijdanan birîndar kir, ji bo jinan jî gefeke pir cidî ye.”

“Ev rewş ji bo hemû kesan gefeke mezin e"

Mukaddes Alataş balkişand ku bidayîna biryara daxistinê re hem hiqûq hem jî pergal aliyê xwe diyar kiriye û van gotina bikar anî: “Ya rastî divê em jî li hemberî vê yekê aliyê xwe diyar bikin û li hemberî wê helwesteke xurt nîşan bidin.mEm ji Peymana Stenbolê bigrin divê qanûna bi hejmara 6284’an bikeve meriyetê. Ma divê jin her tim hişyar bin û têbikoşin? Ma li dijî vê pergalê divê pergaleke hiqûqî neyê avakirin? Hiqûq ji bo dewletên civakî pêwîst e. Lê mixabin di van 20 salên dawî de ji ber zêdebûna cînayetên jinan tu jin xwe bi ewle hîs nakin. Divê raya giştî li dijî van bûyeran li qadan bertekên xwe bîne ziman. Ev rewş ji bo hemû

“Biryarên hatine girtin ne hiqûqî polîtîk e”

Endama Şêwirmendiya Komaleya Rewşa Jin diyar kir ku bi dayîna biryara daxistinê re fikarên wê zêde bûne û weke jineke li Tirkiyeyê dijî ewlehiya jiyanê wê nîne, da zanîn ku ev fikar destpêke bi biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê dest pê kir. Bêrîvan Ozturk, diyar kir ku di demên dawî de biryarên di warê cînayetên jinan de hatine girtin ne hiqûqî ne, polîtîk in û wiha pêl da axaftinên xwe: “Em difikirin ku bi peymanê rê biryarên ku di dozên cînayetên jinan de tên dayîn, biryarên polîtîk e. Ev ne biryarên hiqûqî ne. Em li welat xwe biewle hîs nakin ji ber ku bi biryara duh hat dayîn re daraz jî mêran re bi awayekî eşkereyî ji bo qetilkirina jinan fermana bikujê da. Ger cezayêk giran bihata dayîn, ev yek dê ji bo mînakên din bibûya texilker. Bidayîna vê cezayê re mafê jiyanê ya emû jinan ket bin metirsiyê. Ev biryar, biryareke polîtîk e.

“Ji bo parastina mêrên kujer her cûre rêbaz tê bikar anîn”

Parêzer Gozde Engin jî derbarê mijarê de ev nirxandinan kir: “Min ne tenê beriya biryarên darazê yên dawî, beriya niha jî li Tirkiyeyê xwe biewle hîs nedikir. Bi taybetî biryara vekişîna ji peymanê bû sedem ku ez hin zêdetir bifikar im. Di warê biryarên darazê de guhertineke pir cidî nîne, ger hebe jî ev guhertin her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber ku pergala serdest a mêr, destlandariya mêr û daraza mêr hemû rê û mekanîzmayên dikevin destên wî ji bo parastina kiryar bikar tîne. Îro cezayên ku ji bo kiryarên êrîşê nayên dayîn, li kesên ku li welat mafên jinan diparêzin re tê dayîn. Ev bêcezabûn jî dibe sedem ku çerxa tundiyê zêde bibe.”