Civîna Barzanî ya bi rojnamevanan re û bersiva der barê kuştina jinan de
Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî bi rojnamevanan re civînek li dar xist û der barê pirsgirêkên herêma Kurdistanê de axivî pirsên rojnamevanan neda û di civînê de tu çareseriyek ji bo pêşîgirtina rêjeya tunditujî û kuştina jinan de çênebû.
TEWAR PÊNCEWÎNÎ
Navenda Nûçeyan- Di 20’ê Hezîranê de serokê hikumeta herêma Kurdistanê li gel rojnamevan û dezgahên cuda civiya. Di civînê de der barê azadiya fikir, azadiya karên rojnamevanan, girtina rojnamevan û çalakvanan, nebûna elektrîk, av, qeyrana aborî û firotina neftê û cudakirina deverên kesk û zer, piştguhkirina bajarê Silêmaniyê, hebûna dironên Tirkiyeyê û muşekên Îranê li herêma Kurdistanê, bêdengiya hikumetê û der barê dadgeha federal a Iraqê de rojnamevanan pirs kirin.
Mesur Barzanî di 3’ê saetên destpêkê de bi rojnamevana re nêzî du saetan axivî lê belê di bersivan de hem bêbawerî hem jî bêagahî hebû loma ji bo hinek pirsan nikaribû tam bersiv bide hebû.
Di civînê de tenê jinek rojnamevan tê de hebû, ev jî bû sedema bertekên mezin di nava rojnamevan û çalakvanên jin de çêbûn, rexne li kabîneya Mesrûr Barzanî hat kirin ku tenê mêr xebat dikin û li herêma Kurdistanê dezgehên ragihand û navendên medyayê ji aliyê mêran ve tên birêvebirin û tu girîngî nadin jinan.
Ji aliyê din ve ev bersivên ku Barzanî dabûn, ne di asta serokayetî de bû, ji ber der barê girtina çalakvan û rojnamevanan de bê agahî bû. Rêgiriya li şopandina medya û êrîşên dagirkeriyê xist ber çavan û hinek rê ji bo çareseriyê destnîşan kir ku ew jî ne çareserî bû.
Bersiva Barzanî ya der barê zêdebûna kuştina jinan de çi bû?
Yekem jina rojnamevan ku weke nûnera Kurdistan News Hêşû Ehmed beşdarî civînê bû der barê girtina deriyê daîreyên wezaretê de di hinek medya û cudakirina dayîn û standina zanyariyan di nava ragihandinê de axivî û di nava axaftina xwe de wiha got: “Ez weke jineke rojnamevan li vê derê me, mijara tunditujiya li ser jinan zêde dibe. Rojane jin tên kuştin hikumeta herêma Kurdistanê çi kiriye? Ez tu gaveke hikumetê nabînim çi xebat ji bo kêmkirina çekan li bazaran kiriye? Tewan li hemberî jinan tên kirin kirine û tometbar çekdarên partiyê yan jî hikumetê ne. Hûn ê çi bikin û we der barê vê yekê de çi kiriye? Yan jî bi girtina çend salan hûn ê bikaribin pêşî lê bigrin?
Bersiva Mesrûr Barzanî der barê vê pirsê de wiha bû: “Ez ewqas ji rewşa herêma Kurdistanê ne bêhêvî me û ne ewqas xirab e weke ku hûn behs dikin. Her kes li gorî xwe li rewşê dinêre ger rewşa yekê baş be baş dibîne û ger rewşa wan xirab be xirab dibîne.” Serokê hikumetê bi gotinên bi vî awayî piraniya pirsên rojnamevanan red kir û behsa rewşa hemwelatiyan û siyaseta ku li herêmê dimeşîne kir.
Barzanî der barê zêdebûna tundîtujî û kuştina jinan û gefên çekan de behsa vê yekê kir: “Tundîtujî di nava hemû civakan de zêde bûye, ya ku hikumetê kiriye komkirina çekên ne zagonî û pêngava girtina tometbaran e û got a girîng ew e ku bi riya perwerdeyê xebat were meşandin ji bo kêmkirina tundîtujî û ew erk da ser milên perwerde û mamosteyên zanîngeh û mamosteyên din. Weke ku bi temamî sektor ne di bin destên hikumetê de be û di bingeh de di aliyê perwerdeyê de qeyran nîn e.
Serokê hikumetê ji kêmaniyên sîstema perwerdeyê agahdar nîn e
Serokê hikumetê dibêje: “Erka perwerdeyê ew e ku tunditujiyê ji holê rake.” Divê eve neyê jibîrkirin, piştî hevpeymana 50 salî ya neftê di navbera herêm û Tirkiyeyê de, firotina neftê bi serbixweyî û destpêkirina qeyrana aborî û nedana mûçeyê karmend û mamosteyan neşandine butçeya herêmê ji aliyê Iraqê vê, sektora perwerdeyê bi temamî weke sektoreke din e û baykot û girtina deriyên zanîngeh û dibistanan dest pê kir. Dibistan nikarin civakê der barê tunditujiyê de perwerde bikin, nikarin ew sîstema ku di aliyê perwerdeyê de danîne bixînin û xwendekar ji xwendinê bêpar mane perwerdeyê ziyanek mezin dîtiye. Lê belê balkêş e diyar e serokê hikumetê agahiya wî ji vê rewşê nîn e û ji kengê ve perwerde di nava qeyranê de ye û çi bike nikare rêgiriyê li tunditujî û kuştina jinan û belavkirina hişyariyê bigre.