Li Efganistanê erdhêj: Herî kêm 950 kes jiyana xwe jidest dan

Hat ragihandin ku di erdhêja ku li navend wilayeta Hostê bi pileya 5,9 çêbû herî kêm 950 kes jiyana xwe jidest dan û bi sedan birîndar hene.

Navenda Nûçeyan – Di seatên şev de li Efganistanê erdhêjek bi pileya 5,9 rû da. Hat ragihandin ku heya  niha 950 kes di encama erdhêjê de jiyana xwe jidest dane, herî kêm 600 kes jî birîndar bûne. 

Li gor agahiyên ku hatine bidestgirtin tê payîn ku li Paktîkayê herî kêm 90 mal hilweşiya û bi dehan kes jî di bin xirabeyan de mane. 

Saziya Lêkolînên Jeolojî ya DYE erdhêja ku di seatên şev de li Efganistanê rû da destpêkê bi pileya 6,1 ragihand û paşê vê pileyê weke 5,9 nûjen kir.

Rayedaran ragihand ku navçeya Giyan a wilayeta Paktika û navçeya Spirey a wilayeta Hostê herî zêde ji erdhêjê bandor bûne.

 Tê payîn ku li heremê xebatên rizgarkirinê berdewam dike û ji Kabûlê balafirê alîkariyê bi ser heremê ve hatiye şandin.   

Tê payîn ku hejmara kesên ku jiyana xwe jidest dane dibe ku zêdetir be.