WHO li dijî guherîna avhewayê banga çalakiyeke ‘bêmînak’ kir

Di foruma salane ya Lijneya Tenduristiyê ya WHO de biryara Guhertina Avhewa û Tenduristiyê hate qebûlkirin. Guherîna avhewa ji bo tenduristiya gerdûnî wekî xetereyek cidî hate destnîşankirin.

Navenda Nûçeyan - Lijneya Tenduristiyê ya ku her sal ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin. Foruma ku nûnerên 194 welatên endam tê de beşdar bûn, krîzên tenduristiyê hatin nirxandin û biryar hatin girtin, di 27’ê Gulanê de dest pê kir û wê îro (1’ê Hezîranê) bi dawî bibe.

Di forumê de guherîna avhewayê wekî pirsgirêka tenduristiyê ya gerdûnî hate pênasekirin. Biryara ku li ser tenduristî û guherîna avhewayê wek nîşanek hat şîrovekirin, li lijneyê hat qebûlkirin. Di biryarê de bangek xurt û bêmînak ya çalakiyê jî hebû.

Biryar bi piranî hat piştgirî kirin

Biryara ku pir zêde ji aliyê dewletên endam ve tê piştgirî kirin, ew nêrînek li ser xetereya hebûnê ya ku guheztina avhewa ji tenduristiya mirovan re çêdike pêşkêşî dike. Lijneya Tenduristiyê diyar kir ku ji bo parastina tenduristiya gerokstêrkê çalakiyên radîkal neçarî ne. Di heman demê de biryar di çarçova siyaseta avhewayê ya neteweyî û navneteweyî de, di nav vê yekê de piştgirîkirina pergalên tenduristiyê yên li hember avhewa û kêm-karbonê yên welatan jî digire nava xwe.